Gundê Kîdî yê li Başûrê Kobanê hat rizgarkirin
Gundê Kîdî ku 35 kîlometre dikeve başûrê Kobanê, ji aliyê şervanên YPG’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Li Til Temîrê jî hêzên hevbeş panzerek çeteyan desteser kir.

Li gorî nûçeya ANHA’yê şervanên YPG’ê saet derdora 19.00’an li hemberî çeteyên ku li gundê Kîdî bicih bibûn çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de gund bi temamî hate rizgarkirin. Lê der barê encamên pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
LI TIL TEMÎRÊ PANZEREK ÇETEYAN HATE DESTSERKIRIN
Li Til Temîrê jî şer û pevçûnên ku di saetên serê sibehê de li Mezraya Resim El-Hecir a dikeve rojavayê Til Temir di navbera hêzên hevbeş û çeteyên DAIŞ’ê de derketibûn, didomin. Hat hînbûn ku saet di derdora 19.00’an de hêzên li Resim El-Hecir dest danîn ser panzerek çeteyan. Her wiha gelek çete hatin kuştin û cenazeyên 8 ji wan ketin destê Hêzên Hevbeş. Her wiha çekek MG3, yek BKC, roketavêjek B7 û 5 kelaşnîkof hatin desteserkirin.
Pevçûnên li herêmê didomin.