Li Kobanê 2 nuqteyên stratejîk hatin azadkirin

Di çarçoveya operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê yên li derdora Kobanê de 2 nuqteyên din ên stratejîk hatin azadkirin. Di pevçûnan de herî kêm 29 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Di çarçoveya operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê yên li derdora Kobanê de 2 nuqteyên din ên stratejîk hatin azadkirin. Di pevçûnan de herî kêm 29 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku berxwedana Kobanê di roja 183. de bi operasyonên di asta serketinê de dewam dike.

Navendê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev 2 nuqteyên din ên li başûrê Kobanê rizgar kirine û got, "Mecbelê û Bîr Hiso ya Jorîn di vê operasyonê de hedef hatin girtin û bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin. 

Hat ragihandin ku di pevçûnên li vê qadê de 27 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û 3 çekên kleşê, 1 BKC, 1.000 fîşekên BKC, 3 rext û 3 bêtêl hatine desteserkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li başûrrojhliatê Kobanê çalakî pêk anîne û di pevçûnên li nêzî gundê Şêro de 2 çete hatine kuştin.