Şaredariya Sûrê dar li gel belavkirin
Şaredariya Sûrê di çarçoveya kampanyaya xwe bi navê "Ji bo pêkanîna hevsengiya ekolojîk "bi hezaran dar li xelkê navçeya Sûrê belav kir.

Ji bo pêkanîna derdoreke bi şînkahî û xweşikiya xwezayî Şaredariya Sûrê li Taxa Çariklî ya girêdayî navçeya Sûrê dar li saziyên civakî û xelkê taxê belav kir.
Di çalakiya belavkirina daran de Hevserokên Sûrê Fatma Şik Barut, Seyid Narîn û endamên Meclîsa Sûrê jî amade bûn.
Armanca şaredariyê ji vê kampanyayê ew e ku di nava salekê de 9 hezar dar bên çandin û wekî destpêkê wan niha 3 hezar dar li xelkê Taxa Çarikli belav kir.
Di dema belavkirinê û sohbeta Hevşaredarên Sûrê bi gelê taxê re li ser wê yekê rawestiyan û dan xuyakirin ku hewcedarî bi destek û piştgiriya gelê me heye da ku em vê kampanyayê bi rengê tê xwestin bibin serî û xwedî li xwezaya xwe derkevin.
Her wiha hevşaredaran da xuyakirin ku ew dixwazin xwezaya kesk û xweşik ji zarokên xwe re bihêlin û em ji zarokên xwe re mîrateyeke baş û xwezayeke paqij bihêlin da ku bêtir ew jî xwedî li xwezaya xwe û bajarê xwe derkevin.