Bi hezaran cenazeyê şervanê YPG’ê Ateş spartin axê

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Îbrahîm Ateş (Mazlum Cûdî) ê di encama berxwedana li Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû, anîn Rihayê jiyana xwe ji dest da bi meresimekê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Îbrahîm Ateş (Mazlum Cûdî) ê di encama berxwedana li Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû, anîn Rihayê jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin.

Cenazeyê Şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Îbrahîm Ateş (Mazlum Cûdî) ê di encama pevçûnên li Kobanê de birîndar bibû, anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ateş ji hêla malbat û MEYA-DER'ê ve anîn navçeya Qereyazî ya Erziromê.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ateş bi karwanekî ku ji bi sedan wesayitan pêk dihat, ve hat pêşwazîkirin û darbesta Ateş a bi rengên kesk, sor û zer pêçandibûn, li ser milan birin mizgefta navendê.

Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Şervanê YPG'ê Ateş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Şehid namirin" û "Bijî Serok Apo" heya goristana taxê ya Ulucanlar birin. Di merasîma cenaze de ji bo kesên di têkoşîna gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.

Di merasîmê de bavê Şervanê YPG'ê Ateş, Abdulkerîm Ateş axivî û wiha got:"Serê tevahî gelê Kurd sax be. Îbrahîm ji bo min çi be ji bo we jî ew e. Îbrahîm kurê we ye. Ew şehîdê tevahî gelê Kurd. Serê tevahî rêhevalê Îbrahîm sax be."

Serdanên sersaxiyê wê li mizgefta taxê bên qebûlkirin