Şervanê MLKP’ê Sînan Sagir şehîd ket

Şervanê MLKP Sînan Sagir li Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojava jiyana xwe ji dest da.

Şervanê Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Sînan Sagir li Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojava jiyana xwe ji dest da.

Şervanê (MLKP) Sînan Sagir li eniya Alya ya Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojava dema li hember çeteyên DAIŞ’ê şer dikir bi 3 şervanên YPG/YPJ’ê jiyana xwe ji dest da. MLKP Rojava got,  "Çar hevalên hev ên çekê mil bi mil şer kirin, gav paşde neavêtin, heta kêliya dawî şer kirin û li rex hev şehîd ketin. Bîranîna wan û îradeya wan a şer rêya me ronî dike.”

MLKP Rojava ragihandin ku Sagir di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember eniya Alya jiyana xwe ji dest da û bi serenava “Di şerê rûmet û azadiyê de yên dikevin namirin; rêheval Sînan Sagir nemire” weşand.

'HETA GULEYA XWE YA DAWÎ ŞER KIRIN'

Di daxuyaniyê de têkildarî Sagir wiha hat gotin: "Li hember êrîşa çeteyên DAIŞ a faşîst a sibeha 16’ê Adarê ya bi tankan şervanên YPG/YPJ û MLKP’ê bi qehremanî bersiv dan û li gor sonda xwe heta dawiya dilopa xwîna xwe, guleya dawî ya tifinga xwe şer kirin, çeperên xwe terk nekirin. Her rêhevalekî ji bo rêhevalekî rizgar bike xwe feda kirin. Û mohra xwe li berxwedaneke ku bi tîpên zêrîn li şoreşa Rojava bê nivîsandin xistin. Li hember çeteyên DAIŞ a faşîst wek şervanên wêrek û fedayî yên YPG/YPJ û MLKP’ê bûn al.

Çar rêhevalên hev ên çeperan, çar rêhevalên hev ên çekê mil bi mil şer kirin, bi dehan çeteyên DAIŞ’ê yên xwe didan ber siya tankan û mija zêde ya sibehê kuştin. Gav paşde neavêtin, li rex hev şehîd ketin. Bîranîna wan û îradeya wan a şer rêya me ronî dike.”

'WÊNEYÊ IVANA HOFFMANN BI WAN RE BÛ'

MLKP Rojava got ku Sînan Sagir (Suphî Garzan) 26’ê Nîsana 1995 li Bagcilar a Stenbolê hatiye dinyayê, bi eslê xwe li Dep a Elezîzê ye û ji 15’ê Îlonê ve li Rojava bû.

MLKP Rojava got kema şervan şehîd ketine di stûyê wan de wêneyên Ivana Hoffmann a li Rojava şehîd ketibû hebûn.

DAIŞ’Ê CENAZEYÊ 4 ŞEHÎDAN REVAND

MLKP Rojava diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê cenazeyê Sagir û 3 şervanên YPG/YPJ’ê revandine û got, "Wek hêzên YPG/YPJ û MLKP’ê sê roj in em li hember çeteyan operasyonan li dar dixin û me çeper ji wan paqijkirin û ew paşde xistin. Bi vê wesîleyê em bi hêvî bûn cenazeyên şehîdên xwe bibînin. Lê çeteyan tevî cenazeyên xwe li eraziyê hiştine jî cenazeyên çar şervanên me yên bi lehengî li hember tank û bi dehan çeteyan şer kirine revandine. Ji lewra me cenazeyên xwe wernegirtin. Serê gelê me û malbatên wan ên hêja pîroz be.”

MLKP Rojava herî dawî got, “Wê ew wek sembolên nû yên têkoşîna me ya rûmet û azadiyê, hêz bidin şerê me, roniyê bidin rêya me. Wê şoreşa Rojava ya ew di oxira wê de şehîd ketin bijî û gelên me azad bibin.”