YPG: Li herêma Til Temir û Hesekê 6 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku li Kantona Cizîrê êrîşên duh ên çeteyan hatine şikandin û di encamê de 6 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku li Kantona Cizîrê êrîşên duh ên çeteyan hatine şikandin û di encamê de 6 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî herêma Til Temir û Hesekê yên Kantona Cizîrê dewam dikin û diyar kir ku çeteyan duh êvarê 2 êrîşên cuda birine ser gundê Xerîka yê di navbera Til Temir û Hesekê de.
Hat raghandin ku li ser destwerdana hêzên YPG/YPJ'ê, pevçûneke kurt di dema êrîşa destpêkê de qewimî û di encamê de 2 çete hatin kuştin û çete neçar man birevin.
Navendê diyar kir ku êrîşa duyemîn a li hemberî gundê Xerîta di şeva heman rojê de rû daye û di cih de hatiye şikandin. Li gorî daxuyaniyê di pevçûna li vir de jî 3 çete hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî komên çete yên li nêzî gundê Til Mejdalê yê Hesekê çalakiyek pêk anîn û di encamê de çeteyek hat kuştin.