Li Hesekê li hember welatiyên Newroz pîroz dikirin êrîş
Li Taxa Miftî ya bajarê Hesekê, du teqînên cuda pêk hatin
Li Taxa Miftî ya bajarê Hesekê, du teqînên cuda pêk hatin
Li Taxa Miftî ya bajarê Hesekê, li 2 cihên cuda li hemberî welatiyên ku Newroz pîroz dikirin, êrîşên bombeyî pêk hatin. Di êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ji herêmê ragihandine, teqîna yekemîn saet derdora 18.00’an de li rojavayê Qada Şehîdan ku şahiya Newrozê lê hatibû lidarxistin pêk hat. Hate gotin ku piştî şahiya li herêmê, dema ku komek ciwanan li dora agir govend digerand, bombeya ku ji berê de li wir hatibû bicihkirin, hate teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
Di heman deqeyan de, li heman taxê li miqabilî avahiya PDKS’ê ku li wir jî şahiya Newrozê dihat lidarxistin, bi wesayîtek bombebarkirî êrîş pêk hat. Di êrîşa ku di dema pîrozbahiyê de pêk hat de, gelek kesan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn.