Li Kobanê pêşdeçûna YPG/YPJ'ê dewam dike

Li rojhilatê Kobanê girekî stratejî ji çeteyan hat paqijkirin û herî kêm 4 çete hatin kuştin. Di pevçûnên li başûrrojhilatê Kobanê de jî 9 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, der barê encamên operasyon û pevçûnên dawî yên li Kantona Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di roja 186. a berxwedana Kobanê de, operasyonên YPG/YPJ'ê yên ji bo paqijkirina derdorê ji çeteyên DAIŞ'ê dewam dikin û êrîşên çeteyan tên şikandin.

GIRÊ KAZAN HAT RIZGARKIRIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku hêzên wan şevê din li hemberî girê Kazan ê stratejîk, ku li rojhilatê Kobanê ye operasyonek pêk anîne û hat diyarkirin, ku di encama pevçûneke dem dirêj de ev gir hatiye paqijkirin.

Navendê got, "Li vê qadê hêzên me tevî 4 termên çeteyan dest danîn li ser 4 kleş û 1.000 fîşekên kleşê, 1 BKC û 900 fîşekên BKC û 1 roketavêja B7. Îro di seatên sibehê de çeteyan li hemberî heman girî êrîşekî nû despêkirin. Pevçûnên li gir û derdora wî dewam dikin."

LI ENIYA BAŞÛR PEVÇÛNÊN DIJWAR

Di daxuyaniyê de hat ragihandin hêzên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên xwe di navbera gundên Xirab Zêr û Karekê yên li başûrrojhilatê Kobanê bicih kiribûn operasyonek pêk anîn û di encamê de 9 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê da zanîn ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li gundê Sepetê yê Ereban û gundê Sinaa û Mefreqa Sirîn ên i başûrê Kobanê, pevçûnên dijwar diqewimin.

Navendê got, "Di pevçûnên 24 saetên dawî de rêhevalekî me ku bi lehengî şer kir, gihîşt şehadetê."