Li Parlamentoya Danîmarkayê Resepsiyona Newrozê

Li Parlamentoya Danîmarkayê Resepsiyona Newrozê hate lidarxistin.

Li Parlamentoya Danîmarkayê bi beşdariya siyasetmendarên Kurd û Danîmarkayî, endamên Kurd û Danîmarkayî yên Kurdisk Forumê, Partiya Yekîtiya Kesk-Sor a Danîmarkayê, Navenda Civaka Kurd a Danîmarkayê (FEY-KURD) akademîsyen û xwendekaran Resepsiyona Newrozê hate lidarxistin. Resepsiyon li Fokus-A a Parlamentoya Danîmarkayê pêk hat.

Li gel vê resepsiyonê, çarem car e ku ji bo Newrozê li Parlamentoya Danîmarkayê resepsiyon tê lidarxistin. Tevî parlementerên Danîmarkayî, gelek nûnerên sazî û rêxistinên sivîl tevlî civînê bûn. Parlamentera Enhedslisten Eva Flyvholmê pêşkêşvaniya resepsiyona li salona ku ji bo 120 kesan hatiye amadekirin, kir. Flyvholm resepsiyonê diyarî serketina Kobanê û jinên Kurd ên ku di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de di refên pêş de cih digirin kir.

'KURD NAVNÎŞANA DEMOKRASIYA ROJHILATA NAVÎN IN'

Parlamenter Pernille Skipper li ser navê partiya xwe Enhedslistenê axivî û diyar kir ku ew ê weke partî her tim destekê bidin doza mafdar a gelê Kurd. Skipper da zanîn ku partiya wan ji bo alîkariya çekan ji bo gelê Kurd ê li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ'a ku dijminê mirovahiyê şer dikin, dengê “erê” bi kar anîne. Skipper da zanîn ku ji bo alîkariya ji bo Kurdan bê kirin, me bi Wezîrê Derve yê Danîmarkayê re hevdîtin pêk anîne.

Parlamentera Partiya Gel a Sosyalîst Pernille Frahm ku endama Kurdisk Forumê ye jî axivî û behsa çavdêrî û Newroza 2012 ya Amedê ku ew bi xwe jî tevlî bibû kir.

Parlamenter û wezîra berê Mette Gjerkov jî bal kişand ku Kurd navnîşana demokrasiya Rojhilata Navîn in û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li têkoşîna Kurdan.

'EZ HEYRANÊ TÊKOŞÎNA JINÊN KURD IM'

Mette Gjerskov ku di hemanê de Seroka Komîsyona Têkiliyên derve ye, diyar kir ku wê di civîna civata giştî de ku dawiya salê pêk hat de behsa Kobanê kiriye.
Ji parlementerên Partiya Gel a Sosyalîst Trine Pertou Mach bal kişand ku Kurd li Rojava li dijî hêzeke weke DAIŞ’ê tarî têdikoşin û heyraniya xwe ya ji bo têkoşîna jinên Kurd nîşan da.

JI JINÊN DAIŞÊ REVANDINE BANGAWAZÎ

Nunerê PYD’ê yê Danîmarkayê Ibis Tas diyar kir ku heta niha aqubeta 200 jinên ku li Til Temîr û derdora wê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin nayê zanîn û ji bo jinên hatine revandin bang li raya giştî ya cîhanê kir.

Resepsiyon bi helbestên helbestkarê Danîmarkayî Tommy Flught û helbestkara Kurd Sara Omer berdewam kir. Her wiha Serdal Gezen û koma mûzîkê stran gotin. Resepsiyon bi govenda bi beşdariya Kurd û Danîmarkayiyan bi dawî bû.