PYD: Agirê Kawayê Hesinkar dadaye hînê vêketî ye

Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) cejna Newrozê li hemû gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.

Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) cejna Newrozê li hemû gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.

Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya cejna Newrozê daxuyaniyek da û Newroz li hemû gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Newroza îsal bi bêhna azadiya civakê bi hemû nirxên xwe bi ser me de tê. Agirê Newrozê ku Kawayê Hesinkar dadaye hêjî ronahiya xwe li dijî tarîtiya sîstemên desthilatdar belav dike. Ev agirê Newrozê rêya azadiya kurdan ji sedsalan ve ronî dike. Di van bîstikên dîrokî de ku gelê Kurdistanê tê re derbas dibe, vîna azad a civakê ji bo pêkanîna edaleta civakî bi israr e. Doza kurdan û çareseriya wê niha bûye kilîta demokrasiyê li tevahî herêmê.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: "Li Bakurê Kurdistanê pêşketinên mezin tên jiyîn û pêngava aştiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013’ê de da destpêkirin. Îsal jî tê payîn ku Rêber Ocalan nexşerêya çareseriya doza kurdî diyar bike û pêwîstiya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê wekî destpêkeke nû li tevahî Kurdistanê û Rojhilata Navîn e."

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku nirxên buha yên agirê Newrozê yên ji bo rizgariya gelên Mezopotamya têk neçûn û bêtir hatin çespandin û wiha pêde çû: "Em derbasî sala 5. a şoreşa Sûriyeyê dibin û di sala sêyemîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê de, îlankirina Rêberiya Xweseriya Demokratîk wekî daxwaz û çareseriya doza kurdan û deriyê çareseriya aloziya Sûriyeyê ye. Tevî dudiliya hin aliyan û bi vê dudiliya xwe israr dikin ku di rêya çewt re ku ne li gorî edaleta doza kurdan e, dimeşin, hemû pêkhateyên Rojava hevgirtina xwe xurt dikin û li gorî yekçarenûsî têdikoşin. Li gel vê yekê ku niha em di rewşên awarte re derbas dibin û bi vê boneya mirovahî em bang li hemûyan dikin ku li hişê xwe vegerin û hemû nakokiyan derbas bikin û ber bi lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê ve biçin."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Îsal em cejna Kurdan cejna Newrozê li gel destketiyên civakê ku bi xwîna şehîdên YPG’ê û YPJ’ê hatin bidestxistin pîroz dikin. Em di heman demê de rola hemû hêzên ku piştgiriya YPG’ê di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê de kirine, silav dikin. Niha doza me ji aliyê hemû gelên azad ve tê destekkirin."

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PYD’ê wiha bi dawî bû: “Em cejna Newrozê, cejna berxwedan û azadiyê li gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em soza xwe bi gelê xwe re nû dikin ku em ê rêya şehîdên azadiyê ronî kirine, bidomînin. Em pêşengtiya gelan di demokrasiyê de di avakirina sîstemeke demokratîk de ku xwe dispêre Konfederalîzma Rojhilata Navîn bikin. Em ê li hemberî hemû hewldanên têkbirina yekîtiya kurdan û edaleta doza wê asteng bimînin. Em rê nadin aliyên ku hewl didin tevliheviyê di navbera gel û pêkhateyên herêmê de derdixin.