YJA Star: Em agirê Newrozê geş bikin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, bi ruhê şoreşa jinê cejna vejînê ya Kurdan û hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz kir û bang li jin û ciwanan kir ku agirê Newrozê geş bikin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, bi ruhê şoreşa jinê cejna vejînê ya Kurdan û hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz kir û bang li jin û ciwanan kir ku agirê Newrozê geş bikin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê afrînerên roja berxwedanî û pêkvebûna gelan Newrozê cangoriyê berxwedanî û têkoşînê bi rêzdarî bibîr anî. Fermandariyê Newrozê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelê Kurd û li tevahî mirovahiya ku bi dil ji bo jiyana azad têdikoşe, bedel dide pîroz kir.

Fermandariyê got, "Em di her salvegereke nû ya Newrozê de zêdetir nêzî jiyana azad dibin, gaveke din azadiyê hîs dikin" û ev yek destnîşan kir: "Newroza ku beriya bi hezaran salan ji bo rûmeta mirovahiyê weke serîhildanekê derket holê, îro bi PKK'ê re û bi nirxên ku şehîdên berxwedanê afrandine re gihaye asteke watedartir. Efsaneya berxwedaniyê ya ku ji Kawayê Hesinkar destpê kir, bê ku raweste di çemê dîrokê de herikî û heya roja îro xwe domand. Ji ber ku berxwedaniya mirovên ku di mirovbûnê de israr dikin, li hemberî pergalê qet xilas nebû, tine nebû. Jinan ti carî baweriya xwe ya bi jiyanê winda nekir, gelan dît ka hêza bi hevdû re jiyan kirina gelan dikare çi biafirîne. Yên ku duh jiyan kirin, roja me ya îro afrandin û pêşeroj emanetî me kirin. Em jî îro şopdarên wan in."

'TÊKOŞÎNA PKK'Ê BI HEZARAN KAWAYÊN HEMDEM AFIRAND'

Daxuyaniya YJA STAR'ê bi vî rengî ey:

"Têkoşîna PKK a ku çanda berxwedaniyê dewr girt, bi hezaran Kawayên hemdem afirand. Mazlûm, Zekiye, Ronahî û Bêrîvanan ji bo bikaribin azadiyê biafirînin agirê ku sembola rojên ronahiyê ye li bedena xwe pêçandin. Ji bo mirovahî neyê ji bîrkirin û ji bo ku bîra mirovahiyê berevajî nebe têkoşîn dan meşandin. Ev têkoşîn di roja îro de jî bi rengek bê eman didome.

Îro rêxistina terorê ya faşîst a ku xwe wek DAIŞ bi nav dike, di esasê xwe de maskeya herî dawî ya hişmendiya mêrê desthiladar a ku beriya Dehakan bi hezaran salan li hemberî mirovahiyê disekine ye. Çawa ku duh Dehak bi hedefgirtina ciwanan re êrîşê rûmeta mirovahiyê kir, çawa ku duh di zindana Amed'ê de Dehakên nû yên ku xwe di bin maskeya leşker û dewletê de veşartin, zilm û zor li dijî mirovên xwedî ruhê azad pêk anîn, îro jî DAIŞ wek rûyê wan ê herî kirêt careke din bi rengek hovane êrîşê mirovahî, rûmet û azadiyê dike.

Li hemberî vê, hatiye îspat kirin ku mirovan her tim di rûmeta xwe de, di azadiya xwe de israr kirine, têkoşîn û şerê vê dane. Zarokên Kawa yên xwedî ruhê azad, îro li Kobanê, li Şengalê, li Kerkûkê bi şerkirina li dijî DAIŞ'ê re çanda berxwedaniyê berdewam dikin. Berxwedanî tenê bi vê re sînordar nemaye. Dibe ku şêweyê êrîşê li her çar parçeyên Kurdistanê guheriye, lê ti tişt ji xiza xwe winda nekiriye. Bi taybet jî jin a ku sembola jiyana azad e, wek hedef tê nîşandan, bi her awayî êrîş di serî de di şexsê jin de tê pêk anîn. Helbet ev êrîş bê bersiv namîne, li hemberî wê berxwedanî û têkoşîn tê meşandin. Jinên Kurd di pêşengiya YJA Star de xwe bi rêxistin kirin, li hember her awayî êrîşan parastina xwe ya cewherî û rewa pêk tînin. YPJ ji tevahî jinan re nîşan da ka berxwedanî mirovan çawa dighîne serketinê, jinên Êzîdî yên ku bi hezaran salan rastê êrîşan hatine cara yekê xwe bi YPJ-Şengal re veguherandin hêzeke parastinê ya rêxistin kirî. Ev pêşketin ji bo jinan û ji bo gelan wateyên dîrokî îfade dike.

Di Rojava de, di Başûr û Şengalê de pêşketinên ku layîqê çanda Newrozê û çanda gelan hat jiyîn. Gel bi kombûna li derdor heman armancê de, di heman eniyê de li hemberî dijminên mirovahiyê şer kirin. Di vî şerê ku gelê Kurd pêşengî jê re kir, bi qasî ciwanên Kurd, ciwanên Tirk, Erep, Asûrî, Sûryanî, Fars, Înglîz, Hollandayî û Awûsturyalî jî bi ruhek enternasyonal şer kirin û şehîd bûn. Mîna Îvanna Hoffmann pir mirovên xweşik, bi cih girtina di nava têkoşîna Kurdan a mafdar de, bûn sembola yekbûna gelan. Di esas de çawa ku duh Spartakûs agir ji xwedayan dizî û diyarî mirovahiyê kir, îro heman tişt Îvanna'yan pêk anî; çawa ku duh Kawayan dawî li qralên xwedayan anîn, îro jî Arîn û rêhevalên xwe dawî li laneta DAIŞ'ê anîn. Di şexsê jinê de serketina jiyana azad hat îlan kirin.

'YÊN ÎNKAR DIKIN WÊ DI VÊ NEWROZÊ DE BERSIVA XWE BIBÎNIN'

Newroz a ku di heman demê de cejneke jinan ne, êdî şahidî ji şoreşa jinê re kiriye. Di şexsê Îvanna û Arîn de tişta ku hat jiyîn di şexsê jin de yekîtiya gelan bû. Têkoşîna ku wan da afrandin, têkoşîna afrandina civaka exlaqî-polîtîk bû. Bi berxwedaniya wan re, Newroz a ku cejna Kurdan û gelên Rojhilata Navîne zêdetir gerdûnî bû. Wate û nirxek mezintir bi dest xist. Ji ber wê divê Newroz li gorî wateya wê bê pêşwazî kirin û pîroz kirin. Bi qasî ku ev Newroz bû bersiv ji komkujî, êrîş û tine kirinan re, wê ji yên ku di înkar kirinê de israr dikin re jî bibe bersivek. Li hemberî keda bê hempa ya Rêbertiya me ya ji bo aştiyê; yên ku bi gotina "pirsgirêka Kurdan nîne" bersiv dan, wê di vê Newrozê de bersiva xwe bigirin. Tevahî îktîdarên ku jinan, gelan, Kurdan û mafên wan ji nedîtî ve hesab dikin, mehkûmê winda kirinê ne.

Wek Biryargeha Navendî ya YJA Star'ê, bi ruhê ku şoreşa jin afirandî re, em cejna ji nûve hebûna gelan Newrozê li gelê Kurd û li tevahî gelên cîhanê pîroz dikin, em tevahî jinan û ciwanan dawet dikin ku agirê Newrozê geştir bikin."