YPG’ê nasnameya 3 şervanan aşkera kir
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 3 cangoriyên azadiyê ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bi daxuyaniyekê aşkera kir.
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 3 cangoriyên azadiyê ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bi daxuyaniyekê aşkera kir.
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 3 cangoriyên azadiyê ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane bi daxuyaniyekê aşkera kir.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandina YPG’ê de ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin, hate gotin ku Fermandarekî YPG’ê yê bi navê Cûdî Heskêf û 2 şervanên YPG’ê di pêngava azadkirina Kobanê de di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Her du herêmên Kobanê û Cizîrê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rastî êrîşên hovane tên û li hemberî hovîtiya çeteyan şervanên YPG’ê berxwedaneke leheng didin meşandin. Di berxwedana leheng a li herêma Kobanê de fermandarê YPG’ê Cûdî Heskêf û du şervanên din ên YPG’ê ku berxwedaneke bêhempa li dijî çeteyan dane meşandin û rola wan di paqijkirina axa pîroz de girîng bûn, derketin asta şehadetê.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşer Cûdî wekî fermandarekî li hemberî hovîtiya çeteyan li ber xwe da û tirs û xofeke mezin xist dilê çeteyan û ev tişt hatin diyarkirin: “Têkoşer Cûdî beşdarî gelek çalakiyên leşkerî bû û di parastina rûmet û axa pîroz de û parastina jiyana hevbeş de bi roleke girîng rabû. Têkoşer Cûdî bi vîn û cesareta xwe mînaka şervanê azadiyê bû. Bi moralên bilind û bi berken li ser rêya azadiyê tirs û xof xist dilê çeteyan. Bi berxwedana xwe ji hemû cîhanê re îspat kir ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa biratiya gelan û jiyana hevbeş e.”
Daxuyaniya Navenda Ragihandina YPG’ê wiha bi dawî bû: “Em weke hêzên YPG’ê soz didin hemû şehîdên xwe ku em ê riya ku wan ji me re ronî kiriye, bişopînin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin û axa xwe ya pîroz ji çeteyan paqij bikin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û bejna xwe li hemberî ruhê şehîdan ditewînin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya her sê têkoşerên azadiyê wiha ne:
Seyîdxan Yilmaz ê bi nasnav Cûdî Heskêf li Kercosê ji dayik bûye, 11’ê Adara 2015’an li gundewarên Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Mezlûm Cûdî, 14’ê Adara 2015’an gundewarên Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Mihemed Elî yê bi nasnav Serhed Kendal li Kobanê ji dayik bûye. 12’ê Adara 2015’an Kobanê – Qereqozaq jiyana xwe ji dest da.