Ji 7 zarokên di Newroza Wanê de winda bûn agahî nayên girtin

Hat ragihandin ku piştî êrîşa polîsan a li hember pîrozbahiya Newrozê ya Wanê de ku bûyeran rû, 7 zarok winda bûn.

Di nav wan de Azad Bor û 4 zarokên Kobaniyî jî ku hene 7 zarokên temenê wan di navbera 7-10’an de dema polîsan bi helîkopterê bombeyên gazê diavêtin nav girseyê winda bûn. Heta niha ti agahî ji zarokan nehatine wergirtin.  Alîkarê Hevserokê Rêxistina Wanê ya DBP’ê Fadil Bariştiran xwest kesên zarokan bibînîn serî li wan bidin.