TEV-DEM: Newroz roja azadiyê ye
TEV-DEM got ku bi hatina Newrozê hemû gelên herêmê di bin sîwana YPG’ê û YPJ’ê de yekîtiya xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku nûnertiya komkujiyan û tarîtiyê dike, xurt kirin.
TEV-DEM got ku bi hatina Newrozê hemû gelên herêmê di bin sîwana YPG’ê û YPJ’ê de yekîtiya xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku nûnertiya komkujiyan û tarîtiyê dike, xurt kirin.
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) diyar kir ku gelê Kurd li rex gelên herêmê bi rihê berxwedanê li dijî zulm û koletiyê agirê Newrozê pêxistin û got ku bi hatina Newrozê hemû gelên herêmê di bin sîwana YPG’ê û YPJ’ê de yekîtiya xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku nûnertiya komkujiyan û tarîtiyê dike, xurt kirin. TEV-DEM’ê da zanîn ku geşedanên li herêmê rastiya berxwedana azadiyê û demokrasiyê ku xwe dispêre doza Kurdan diyar dike û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku ji bo pêşxistina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û avakirina Sûriyeke demokratîk asta têkoşîna xwe bilind bikin.
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî da û têde cejna Newrozê li tevahî gelên herêmê û bi taybet li gelê Kurd ku li ser riya azadiyê agirê Newrozê li dijî zulm û sîtemkariyê dadaye, pîroz kir û wiha got: “Agirê rastiyê ku bavên kurdan li dijî zulmê li ser çiyayên Kurdistanê dadane li tevayî herêmê belav bû û bû rastiya jiyanê.”
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku dîroka gelê Kurd bi qonaxên lehengî û fedekariyê dagirtî ye û gelê Kurd li rex gelên herêmê bi rihê berxwedan û têkoşînê li dijî zulm û koletiyê agirê Newrozê ku wateya xwe ji azadiyê digire, dadan û wiha hate gotin: “Berxwedana Kawayên nûjen Mezlûm Doxan di zîndanên faşistên Tirkê de, nûnertiya Newrozê di azadiyê de dike û rihê mirovahiyê di berxwedana leheng ku gelên herêmê di bin ala azadiyê de ku şehîd Arîn Mîrkan û hevalên xwe bilind rakirin, diyar dike.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Em Newroza îsal di qonaxeke hestiyar de ku gelê me têre derbas dibe pîroz dikin. Hemû pêkhateyên herêmê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de di bin sîwana hêzên YPG’ê û YPJ’ê de yekîtiya xwe xurt dikin. Çeteyên DAIŞ’ê di talan, xerabkirinê, komkujî û wêrankirinê de mînaka wê tune ye û nûnertiya tarîtiyê di êşa mirovahiyê û nixên wê dike. Çeteyên DAIŞ’ê niha wekî alavekê di tunekirina jiyana mirovahî de tê bikaranîn. Li hemberî vê tarîtiyê berxwedana leheng ji aliyê hemû pêkhateyên herêmê ve tê meşandin. Ev berxwedana wan bûye sembola azadî û ronahiyê û wekî rastiya Newrozê bûye destpêka jiyaneke nû. Berxwedanê ku ji aliyê lehengên YPG’ê û YPJ’ê ve li eniyên berxwedanê yên Serêkaniyê, Til Temir, Til Birak û Kobanê tê meşandin vê rastiyê baş îfade dike.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku bi berxwedana dîrokî Newroza îsal wateyeke xwe ya nû standiye. Berxwedana li dijî çeteyan li Rojava û Başûrê Kurdistanê û pêngava aştiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, qonaxeke girîng di dîroka Kurdistanê de ye û ev tişt li daxuyaniyê hatin zêdekirin: “Hemû geşedanên li herêmê tê jiyankirin, rastiya bilindbûna asta têkoşînê di azadî û demokrasiyê de nîşan dide. Her wiha diyar dibe ku bêyî çareseriya doza kurdan, aloziya herêmê nayê çareserkirin û çareserî bi hevgirtinê û pêşxistina ruhê têkoşînê ji bo pêkanîna aştî û biratiya gelan gengaz e.”
Di daxuyaniyê TEV-DEM’ê de her wiha ev tişt hatin gotin: “Di heman dema ku gelê me ji bo parastina nirxên mirovahiyê li şûna cîhana azad li ber xwe dide, em cejna Newrozê li hemû pêkhateyên herêmê pîroz dikin. Em bang li hemû aliyan dikin ku li ser riya azadiyê hevgirtina xwe xurt bikin û ji bo pêşxistina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û avakirina Sûriyeyeke demokratîk asta têkoşîna xwe bilind bikin.”
Daxuyaniya Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) wiha bi dawî bû: “Em soz didin şehîdên xwe ku em ê rêya azadiyê û demokrasiyê û biratiya gelan ku wan ronî kiriye, bidomînin.”