Demîrtaş: Peyama Ocalan li ser çav û ser seran
Demîrtaş ji bo peyana Ocalan a wê sibe li Amedê bê xwendin got, “Peyama tê ji niha ve li ser ser û çavên me ye. Berpirsyariya me çi be em ê bi cih bînin.”
Demîrtaş ji bo peyana Ocalan a wê sibe li Amedê bê xwendin got, “Peyama tê ji niha ve li ser ser û çavên me ye. Berpirsyariya me çi be em ê bi cih bînin.”
Demîrtaş ji bo peyana Ocalan a wê sibe li Amedê bê xwendin got, “Peyama tê ji niha ve li ser ser û çavên me ye. Berpirsyariya me çi be em ê bi cih bînin.”
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di Newroza Wanê ya sed hezaran kes tevlîbûn de axivî û diyar kir ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku wê sibê di Newroz Amedê de bê xwendin wê bibe nexşerêya aştiyê. Demîrtaş anî ziman ku wê bi hêz peyamê pêşwazî bikin û wiha got: "Peyama bê xwendin wê li Tirkiyeyê careke din hêviya aştî û azadiyê şîn bike."
Li Wanê bi tevlîbûna sed hezaran kesan ligel baranê û hewayê ser Newroz hat pîrozkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate qêrîn. Li qadê dirûşmeya "Bijî berxwedan Kobanê" hate berzkirin. Hozan Remzî bi stranên gotin qada Newrozê germ kir. Li qadê alên kesk, sor û zer hatin xemîlandin.
‘DI RÊYA AZADIYÊ DE EM TI ASTENGIYAN NAS NAKIN'
Piştre Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva axivî û Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Hayva diyar kir ku Newroz îsal hê bêtir bi heyecan pêşwazî dikin û ev yek bi serketina Kobanê ve girêdayiye. Hayva da zanîn ku li Kobanê agirê Kawa hildibe û wiha got: "Li hemberî kesên digotin wê bikeve em hatin cem hev. Vîna gel derket holê. Gel dilê xwe danî holê û agirê Kawa hilkir. Em di rêya azadiyê de ti astengiyan nas nakin. Êdî em dixwazin Birêz Ocalan di navbera me de be."
Piştre peyama girtiyên siyasî ya ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê hate xwendin. Piştre Koma Vardiya derket ser dikê û bi stranên xwe girse çoşand. Paşê Hunermend Maruf derket ser dikê.
Piştî guhdariya muzîkê hevşaredarên Wanê, hevserokên DBP û HDP'ê yên Wanê, wekîlên HDP'ê yên Wanê û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş derketin ser dikê û girse silav kirin. Piştre Demîrtaş dest bi axaftinê.
‘DIVÊ XWEDÎ LI PEYAMA RÊBERTIYÊ BÊ DERKETIN’
Demîrtaş bi gotina “Ciwan û jinên leheng ên Wanê” dest bi axaftina xwe kir. Demîrtaş bilêv kir ku di rojeke wisa bi bereket de Newrozê pêşwazî dikin û Newroza hemû kesên li cîhanê li dijî Dehaqan li Kobanê, Rojava, Mexmûrê li hemû parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin pîroz kir. Demîrtaş anî ziman ku ew di têkoşîna azadî û aştiyê de merhaleyên zehmet li pey xwe hiştine û wiha berdewam kir: “Niha ji bo pêşerojê, em ê jiyaneke wekhev û adil çawa ava bikin em ketine merhaleyeke wisa. Sibehê wê li Amedê peyameke girîng bê xwendin. Tişta ku dikeve li ser milê me xwedîderketina vê peyamê ye. Peyama ku wê bê xwendin wê hêviyên azadû û aştiyê careke din bîne Tirkiyeyê.”
‘BÊDENGBÛNE ÇEKAN BI TENA SERÊ XWE NE AŞTÎ YE’
Demîrtaş ê û bi nirxandina “Ji niha ve em ketine bin berpirsyariya peyama ku hatiye şandiye. Peyama tê ji niha ve li ser ser û çavên me ye. Berpirsyariya me çi be em ê bi cih bînin” kir. Di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ji bo me aştî û demokrasî tenê bêdengbûna çekan nîne. Bêguman ev pir girîng e, rawestandina xwîne, sekinandina rondikan bêguman girîng e. Lêv ev bi tena serê xwe aştî nîne. Piştî ku bêdeng bû tiştên ku bê kirin hene.” Demîrtaş wiha berdewam kir: “Aştî kar e, ked e, aş e. Heke mirovên me bêtal bin, birçî bin wê demê aştî jî nîne. Aborî û demokrasî pêş nekeve aştî jî nabe. Ji Egeyê heta Derya Reş, derya Spî ya ku dikeve ser milê me ji bo avakirina aştiyê destdayîna hev e.”
‘AŞTÎ DI DILÊ WE DE YE’
Demîrtaş ji bo Newroza Amedê ya sibehê jî ev tişt anî ziman: “Ya ku sibehê dê bê xwendin nexşerêya aştiyê ye. Heke em ji dûr bisekinin bi tirs nêzîk bibin aştî pêk nayê. Divê em xwedî li nexşerêya aştiyê derkevin. Ji ber zimanên xwe em hevdu biçûk nebînin. Em ji dewletê hêvî nekin. Ji destê dewletê bê dê me parçe bike û bine li hemberî hevdu. Em ê neyên van lîstikan. Em ê bêhtir hevdu hembêz bikin. Heta ku Wan xwedî li aştiyê derkeve û bibêje ‘erê’ aşti dilê we de ye. Aştî ne di devê serokwezîr de ye, aştî dilê we de ye. Ji bo vê yekê tiştên bê kirin hene. Em di riyeke zehmet de meşiyan. Me berdêlên giran dan. Heke hemû kes deng bide dengên HDP’ê û bi 7’ê hezîranê de biçin sanduqan û bibejê bila keda min jî di jiyana nû de hebe, deng bide dengê me wê demê dê aştî bê. Serkeftina hilbijartinê ji bom e tiştekê nebe nabe nîne. Em bi hilbijartinê ve nebûn û bi hilbijartinê tune jî nabin. Em li hemberî tek zilam nabin tek zilam. Em ê li dijî tek zilam bibin zêde mirov. Em ê bibin sed hezaran, milyonan. Em ê bibin yek dil. Hûn ê çi bikin dizanin. Kolan bi kolan, mal bi mal, tax bi tax em ê bigerin û bixebitin.”
‘EM DEV JI VÊ MEŞÊ BERNADIN’
Demîrtaş destnîşan kir ku ji kîjan partiyê be bila be ew hemû kesan wekî bira dibînin û wiha got: “Dİ dema hilbijartinan de dibe ku yên xurtbûna HDP’ê nikaribin rawestînin porvokasyonan bikin. Tişta kul i Êlihê kirn jî ev bû. Heme Wezîrê Karên Hundir ji vê aciz e bila berprisyaran derxîne holê. Bombeyên gazê avêtini nava bi hezaran kesan hewldana qatlîamê ye. Dibe ku bi dehan kesan jiyana xwe ji dest bida. Lê ji berk u girse bihistiyarî tevgeriya pêşiya ve yekê hate girtin. Bila êdî bedelê ji zarokên me negirin. Heke bedel pêwîst be wekî hevserok bila canê min fedayî azadiyê be. Çit ê serê me bila bê lê em ê tu caran dev ji vê meşê bernedin.”
Demîrtaş bilêv kir ku hemû jir, ciwan, karker, esnafan hêviyên bi HDP’ê ve girêdane û ya ku vê nîzamê biguherîne HDP ye û wiha pêde çû: “Em ê gav bi gav ber bi azadiyê ve biçin. Di 7’ê Hezîranê de em ê encama keda xwe bigirin û hemû kes dizane ku em ê bi serkevin. Em bi kadroyeke bi hêz ve tên. Ji hemû pîşeyan bi hezaran serlêdan hene. Dema ku em bi 550 namzetan derkevin pêşberî we hûn ê bibînin. Dê bê dîtin ku kadroyên herî dirust ên HDP’ê ne û dê berbi azadiyê ve bimeşin. Em ê li her derê azadiyê çawa ava bikin bînin ziman. Mifteya hemû tiştan siyaseta dirust e.”
Demîrtaş got ku wê li her derê ala HDP’ê bilind bibin û Newroz jî dibe nîşaneya vê yekê. Li zindana Amedê agirê ku ji aliyê Mazlum ve bi 3 kibrîtan hate pêxistin heta îro qet venemirî. Ji zindana amedê agirê ku pêket li Kobanê bi agirê Newrozê yê mezin ve dilê gel ronî kir.”
Piştre Demîrtaş û parlamenteran bihevre kevokên aştiyê firandin û li qadê welatiyan dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Coşe Newrozê bi stran û govendan berdewam dike.