Ji DBP’ê banga tevlîbûna Newrozê

Hevserokên DBP’ê Newroz pîroz kirin û meşa ku bi daxwaza azadiya Ocalan hatiye destpêkirin jî silav kirin.

Hevserokên DBP’ê Newroz pîroz kirin û meşa ku bi daxwaza azadiya Ocalan hatiye destpêkirin jî silav kirin. Di daxuyaniyê banga tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin û wiha hate gotin: “Peyama wê Birêz Ocalan bide wê wateya Newrozê mezintir bike.”

Hevserokên Giştî yên DBP’ê Emîne Ayna û Kamuran Yuksek bi wesîleya Newrozê peyamek weşandin.

CEJNA VEJÎNÊ YA GELÊN MEZOPOTAMYAYÊ

Di daxuyaniya ku hate dayîn de hat diyarkirin ku Newroz cejna herî xurt û bi coş ya li xaka Mezopotamyayê tê pîrozkirin e û wiha hat gotin: “Heta niha her çiqas weke ku ne aîdî erdnîgariya Mezopotamyayê bê nîşandan û ji aliyê hikûmetên TC ve bên qedexekirin jî, Newroz bûye cejna vejînê ya gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê.

Newroz di tevahiya dîrokê de ji ber wateya xwe, ji aliyê dewletan ve hatiye qedexekirin.

Dema ku rastiya gelan a berxwedêr li dijî qedexeyan derket holê, hatiye xwestin ku bê asîmîlekirin û wek ‘Nevruz’ hatiye bikaranîn. Tenê wek cejneke biharê pîroz kirine û hewldane ji xweserbûna wê dûr bixînin. Newroz roja serhildan û berxwedana Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqê zalim e. Gelê Kurd, gelên Mezopotamyayê di tevahiya dîrokê de li dijî Dehaqan serhildan dane destpêkirin û rojên berxwedanê bi hewaya Newrozê pîroz kirine. Agirê ku Kawayê Hesinkar pêxistiye nifş bi nifş hatiye vê rojê. Em bi vê ruhê berxwedanê Newroza hemû gelê xwe pîroz dikin û diyar dikin ku wê li dijî Dehaqan her tim di nava berxwedanê de bin.”

BI PEYAMA OCALAN WÊ WATEYA WÊ XURTIR BE

DBP’ê di dawiya daxauyaniyê de diyar kir ku meşa ji Ocalan re Azadî ya  ji Cizîrê hatiye destpêkirin û wê li Amedê bi dawî bie jî wek agirê serhildana bi nav kir û got: “Peyama Ocalan wê bi Newroza îsal re wateyek mezin qezenc bike. Em wek DBP bang li hemû gelan dikin ku tevlî Newrozê bibin.”