Ji Partiya Yekîtiya Suryanî peyama Newrozê

Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryaniyan cejna Newrozê li tevahî gelê Kurd pîroz kir.

Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryaniyan cejna Newrozê li tevahî gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku gelên herêmê rastiya Newrozê di azadiyê de diçespînin û got: “Yekbûna xwîna şehîdan li Til Temirê diyar dike ku hemû pêkhateyên herêmê li ser riya azadiyê û hevgirtina dîrokî ya di navbera wan de ber bi pêşerojeke ronak bi israr in.”

Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryaniyan bi boneya cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî da û Newroz li tevahî gelê Kurd pîroz kir. Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wekî endamên Partiya Yekîtiya Suryaniyan bi dilekî germ cejna Newrozê li tevahî gelê Kurd û hemû gelên herêm pîroz dikin. Cejna Newrozê serkeftina azadiyê bi berxwedana Mezlûm Doxan li dijî zalimên desthilatdar diyar dike. Girêdana bi xeta şehîdan a li ser riya azadiyê ku li hemberî hêzên radîkal têkoşîna ji bo jiyaneke nû û pêşeroja hemû gelên herêmê di aştî û aramiyê de diyar dike.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk ku li her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê Efrîn, Kobanê û Cizîrê tê meşandin, karibû ku çareseriya herî guncaw ji bo gelên herêmê peyda bike. Di heman demê de rê li pêşiya hemû siyasetên şovenîst û radîkal bigire û ev tişt hatin destnîşankirin: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk atmosfêreke şaristanî û guncaw di navbera çanda hemû pêkhateyên herêmê de peyda kir. Bi saya vê rêveberiyê rihê kevneşopiya resen a gelên Mezopotamiyayê ji nû ve hate vejandin û bi vê tecrûbeyê çareseriyeke siyasî û demokratîk ji bo tevahî Sûriyeyê hate peydakirin. Bi riya vê rêveberiyê têgîna naskirina çandên hemû pêkhateyan û pêkanîna wekheviyê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê û hevgirtina rasteqîne, peyda dibe.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berxwedana leheng ku şervanên YPG’ê li Kobanê dane meşandin, bû sembola berxwedan û têkoşînê li hemberî hêzên tarî û wiha hate gotin: “Em berxwedana hêzên hevbeş ên YPG’ê, Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan û Zêrevanên Xabûr ku li Til Temirê bûne mînaka jiyana hebe3ş û parastina rewa, silav dikin.”

Daxuyaniyê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryaniyan wiha bi dawî bû: “Yekbûna xwîna şehîdan li herêma Til Temirê diyar dike ku hemû pêkhateyên herêmê li ser riya azadiyê û hevgirtina dîrokî ya di navbera wan de ber bi pêşerojeke ronak bi israr in.”