KCD-E: Newroz divê bi heybeta 'Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad' bê pîrozkirin

Hevserokatiya KCD-E’ê diyar ku Newroz di demeke ku Têkoşîna Azadiya Kurdan bûye hêviya gelan de tê pîrozkirin.

Hevserokatiya KCD-E’ê  diyar ku Newroz di demeke ku Têkoşîna Azadiya Kurdan bûye hêviya gelan de tê pîrozkirin û got: “Qadên Newrozê wê bibin qadên silavkirina lehengên berxwedêr ê gelê Kurd ku di şexsê Kobanê de bûne sembol.”

Hevserokatiya KCD-E bi wesîleya Newrozê peyamek weşand.

Di peyamê de wiha hate gotin: “Em Newrozê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên bûne sembola rûmeta têkoşîn azadiyê û malbatên wan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, gerîlayan, girtiyên li zîndanan, alîgirên demokrasiyê û hemû gelên bindest pîroz dikin."

RÊBERTIYA AZAD Û KURDISTANA AZAD

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Me gelê Kurd saleke ku di şexsê civata Êzidî de komkujiyek jiyaye li pey xwe hişt. Bi pêşengiya jina azad a Kurdistanê û ciwanên azad têkoşîn azadiya Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî û di demeke wisa de em Newroza hemû gelan pîroz dikin.

Qadên Newrozê wê bibin qadên silavkirina lehengên berxwdêr ên gelê Kurd ku di şexsê Kobanê de bûne sembol. Di vê dema ku çeteyên çavsor ên DAIŞ’ê li dijî berxewdana têkoşîna azadiya Kurd ku ji Kawayê Hesinkar, Mazlum, Rahşan, Zekiye, Ronahî û Berîvanan dewir girtiye, têk çûye de, divê Newroza 2015’an bi heybetek mezin a Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bê pîrozkirin."

Hevserokatiya KCD-E da xuyakirin ku gelê Kurd ê li Ewropayê û derveyî welat, bi tevlîbûneke ji salên bihurî xurttir Newroza îsal pîroz bikin.