Çavên Kobaniyên ku wê agirê azadiyê pêbixin li Amedê ne

Gelê Kobanê jî wê sibe Newrozê pîroz bike. Hate diyarkirin ku wê çav û guhên Kobaniyan jî Newroza Amedê ku wê sibe pêk bê û wê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwendin be.

Kobaniyan da diyarkirin ku wê Newroza îsal ji bo azadiya Ocalan û hemû gelê Kurdistanê bibe deriyê azadiyê.

Newroza herî girîng a îsal jî wê Newroza Amedê be. Yek sedema herî girîng a vê yekê jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Pîrozbahiyeke din a ku wê balê bikişîne ser xwe Newroza Kobanê ye. Di Newroza Kobanêya ku ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgakirin û gihişt azadiya xwe de wê Newroza Amedê bê silavkirin.

Amedekariyên gelê Kobanê yên ji bo Newrozê ku ev çend roj in dest pê kirine, hîna berdewam dikin. Ji bo qada li navenda bajêr ku wê Newroz li vê derê bê pîrozkirin cih hate diyarkirin û dik hatiye amadekirin.

Hevseroka Meclîsa Gelê Kobanê Eyşe Efendî da zanîn ku ji ber berxwedana ku bi mehane berdewam dike, Newroza 2015 ji bo wan gelekî girîng e û Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pîroz kir. Efendî da zanîn ku dihate gotin ku ji ber şehîdên ku çêbûne, ji ber berxwedana ku berdewam bi mehane berdewam dike, Newroz nayê pîrozkirin, lê ji ber ku Kobanê di encama berxwedaneke bê hemap de hate azadkirin wê Newrozekî herî azad bê pîrozkirin. Efendî da zanîn ku her çendî îro derdora Kobanê ji aliyê dijminan ve hatibe dorpêçkirin, lê Newroz wê bi coşeke mezin bê pîrozkirin.

Eyşê Efendî diyar kir ku dema em berê xwe didin Newrozê bi taybet jî Newroza Bakûrê Kurdistanê di heman demê de pîrozbahiyên azadiya Kobanê ye jî û wiha domand: “Bawer dikim ku di hemû pîrozbahiyên Newrozê yên li her çar aliyên cîhanê ji bo Kobanê lê didin.”

Mihemed Şahîn jî destnîşan kir ku di encama berxwedaneke bêhempa de axa me ji çeteyên DAIŞ’ê yên ku bûne belaya serê gelê Kurd û gelên cîhanê hatiye rizgarkirin û got: “Ji ber vê jî azadiya Kobanê ji bo hemû gelê Kurdistanê û ji bo hemû gelên cîhanê girîng e. Bi vê wesîleyê em Newroza xwe ya Kboanê diyarî hemû şehîdên qehreman ên li Kobanê, Rêber Apo û şervanên azadiyê dikin.”

Şahîn da zanîn ku pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ji bo wan gelekî girîng e û got: “Wê di Newroza Amedê de azadkirina Kobanê ji aliyê bi milyonan ve bê pîrozkirin. Amed ji bo me jî dilê Kurdistanê ye” û diyar kir ku Newroza 2015 ji bo gelê Kurd wê bibe mîladek nû.

Şervanê YPG’ê Hemed Gero jî diyar kir ku piştî 6 mehên bi ser berxwedana Kobanê re derbas bûn, bi saya berxwedana hêzên YPG û YPJ’ê Kobanê hate azadkirin û wê sibê di pîrozbahiya mezin a Newrozê de bi coşeke mezin bê pîrozkirin. Gero destnîşan kir ku wana Newroza ku wê sibê bê pîrozkirin diyarî hemû parçeyên Kurdistanê kirine û got:  “Newroz bila hemû gelê Kurd pîroz be. Êdî azadî ya me ye. Amadekariyên me yên ji bo sibê hene, em ê bi coşeke mezin Newrozê pîroz bikin. Li sê aliyên Kobanê şer berdewam dike.  Lê em ê dîsa jî Newroza xwe pîroz bikin.”

Şervana YPJ’ê Arîn Kobanê jî bal kişand ser berxwedana bêhempa ya ku 6 meh in li Kobanê berdewam dike û diyar kir ku wê têkoşîna me berdewam bike û em ê gavan ber bi paş de neavêjin. Kobanê got: “Em bawer dikin ku wê Newroza 2015 ji bo azadiya Rêbertiya me û gelê me deriyê vebike.”