Doza Sereke ya KCK’ê wê sibe berdewam bike
Rûniştina ‘Doza Sereke ya KCK’ê’ ku 175 siyasetmedarên Kurd jê tê darizandin berdewam kir. Ji bo 7 siyasetmedarên ku tesbîta nasnameyan hate kirin. Rûniştina dozê wê sibê berdewam bike.

Rûniştina doza di bin navê ‘KCK’ê’ de ku li hemberî siyaseta Kurd hat destpêkirin û tevî Parlamenterên HDP’ê û Hevserokê Giştî yê KCD’ê Hatîp Dîcle jê tên darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştina dozê de ji 40 siyasetmedarên Kurd ên ku tesbîta delîlên girêdayî îkameya wan nehatibû kirin, a 7 kesan hate kirin. Rûniştina dozê bi tesbîtkirina nasnameyan destpê kir û siyasetmedarên Kurd bi rêya werger parastina xwe kirin. Di nava delîlên ku bûne sedema girtin û darizandina siyasetmedarên Kurd de tevlîbûna çalakiyên ji 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê, tevlîbûna merasima cenazeyên gerîlayên HPG û YJA Star ên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane û şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hene û weke sûc hatine qebûlkirin.
Civata dadgehê piştî tesbîta delîlên girêdayî îkameya 7 siyasetmedaran, biryar da ku rûniştina dozê sibê berdewam bike.