Tevî astengiya pêşmergeyan ji girseya gel diçe Metîna
Girseya gel a dixwaze tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Metîna bibe, tevî astengiya pêşmergeyên PDK'ê jî, derbasî qadê dibe.
Girseya gel a dixwaze tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Metîna bibe, tevî astengiya pêşmergeyên PDK'ê jî, derbasî qadê dibe.
Girseya gel a dixwaze tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê li qada Metîna bibe, tevî astengiya pêşmergeyên PDK'ê jî, derbasî qadê dibe.
Bi sedan kesên danê sibehê ji Bakur û Başûrê Kurdistanê hatin, li nuqteya kontrolê ya Dihê ya li Zaxoyê, ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve hatin sekinandin. Girseya gel nerazîbûn nîşanî astengiyê da û ji bo derbasî qadê bibe, israr kir. Di encama vê biryardariya gel de, tevî astengiyan jî mirov pêl bi pêl derbasî qada Metîna dibe.
Pêşmergeyan dabûn xuyakirin ku ferman ji wan re hatiye dayîn ku astengiyê derxînin.