Şervanê YPG’ê Ergîn ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Jiyan Ergîn (Çiya Dêrik) ê di operasyonên Kobanê de jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Jiyan Ergîn (Çiya Dêrik) ê 19'ê Adarê li rojavayê Kobanê de di pevçûnekê de birîndar bû û ji bo dermankirinê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê, 20'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da piştî karên otopsiyê ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê hate wergirtin û ber bi Dêrikê ve derxistin rê. Cenazeyê Ergîn li sêrrêya Dêrikê bi dirûşma "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin û birin Taxa Zeytînpinarê. Di ketina taxê de cenaze ji aliyê girseyê ve hate wergirtin û bi meşê birin goristanê. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmên "Bijî berxwedana YPG'ê", "Bijî Serok Apo" û "Şehid namirin" hatin berzkirin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Ergîn hate definkirin.

Rêveberê MEYA-DER'ê Mahmut Aktaş piştî karên definkirinê axivî û wiha got: "Mafê kesên ji bo azadiya gelê xwe canê xwe fidan kirin ancax mîrateyê wan bidin jiyîn û têkoşîna wan bilind bikin dê bê dayîn."

Bavê Şervanê YPG'ê Ergîn Alî Ergîn jî diyar kir ku kurê wî şehîdê hemû Kurdistanê ye û wiha got: "Divê gelê Kurd li hemberî kesên wan tine dihesibîne bibe yek."

Piştre girse çû konê sersaxiyê yê ji bo Ergîn li Taxa Zeytînpinarê hatiye vedan.