KCK: Hesabê komkujiya Hesekê wê were pirsîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, komkujiya faşîstên DAIŞ'ê ya li Hesekê bi hêrseke mezin şermezar kir. KCK'ê şehîdên Hesekê bibîr anî, ji malbatan û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê komkujiya faşîstên DAIŞ'ê ya li Hesekê bi şermezar kir û got, "Em careke din bang li hemû hêzên demokrasî û têkoşîna azadiyê dikin, ku li dijî polîtîkayên statukoparêz û êrîşên faşîzma DAIŞ'ê, bi gelê Kurd re têbikoşin. Bi vê wesîleyê em berxwedana li Rojava silav dikin û destnîşan dikin ku hesabê komkujia Hesekê wê were pirsîn."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya li Hesekê şermezar kir. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Em komkujiya hov a faşîstên DAIŞ'ê li Hesekê pêk anî bi hêrs şermezar dikin, yên di vê komkujiyê de şehîd ketin bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin, di serî de ji xizm û malbatên wan ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."

KCK'ê got, "Divê hêzên dijminê gelan û dijminê şoreşa Rojava baş bizanibin ku, hesabê van êrîş û komkujiyan wê qat bi qat bê pirsîn" û ev xal destnîşan kir:

"Faşîzma DAIŞ'ê ya ku li Kobanê û Şengalê li hemberî berxwedana gelê me, li hemberî hêzên YPG/YPJ'ê têkçûneke dîrokî jiya, heta ku bi temamî ji Kurdistanê bê derxistin, têkoşîna me wê dewam bike. Faşîstên DAIŞ'ê ne tenê li Kurdistanê, li her cihê lê ye, di hedefa têkoşîna me de ne. Li pişt wê kîjan hêz dibe bila bibe, ti hêz wê nikaribe li pêşiya jêbirina faşîzma DAIŞ'ê ji ser rûyê erdê bibe asteng. Ev gurûhê çeteya faşîst a dijminê xweza, çand, dîrok û mirovahiyê ye, neçare ji holê bê rakirin. Faşîstên DAIŞ'ê yên li Kobanê, Şengal, Til Hemîs û Til Temirê vîna wan hat şikandin û têk çûn, ji bo tolê hilînin serî li komkujiyan didin. Lê belê ev êrîş û komkujî wê nikaribin vîna gelê me bişîne, berevajî gelê me wê li hemberî van êrîşan xwe bigihîne rastiya gelê şervan û berxwedana xwe bilindtir bike.

'HESABÊ KOMKUJIYA HESEKÊ WÊ WERE PIRSÎN'

Ji bo demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn û azadiya hemû bawerî û nasnameya, ji her demê bêhtir di roja îro de pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye. Bi perspektîfa neteweya demokratîk re ji bo azadiya hemû gelan û demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn ev pêwîstiyeke. Rojava îro ji berxwedanê re pêşengiyê dike. Polîtîkayên hegemonîk ên navneteweyî û hêzên dewletparêziya neteweyî yên statukoparêz ên naxwazin herêm demokratîk bibe û gelên li herêmê jiyaneke demokratîk û azad bijîn, di afirandina belayê serê mirovahiyê faşîzma DAIŞ'ê de roleke mezin lîstine. Divê ev hêz polîtîkayên xwe biguherînin û dest ji zalimtiya xwe ya êşê dide gelan û mirovahiyê, berde.

Li ser vê bingehê em careke din bang li hemû hêzên demokrasî û têkoşîna azadiyê dikin, ku li dijî polîtîkayên statukoparêz û êrîşên faşîzma DAIŞ'ê, bi gelê Kurd re têbikoşin. Bi vê wesîleyê em berxwedana li Rojava silav dikin û destnîşan dikin ku hesabê komkujia Hesekê wê were pirsîn."