Baluken: AKP û TSK îtîfaqa bêdengiyê kirin

Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken di pêşniyarpirsa têkildarî mudaxelekirina karên siyasî ya ji aliyê artêşê ve, pêşkêşî meclîsê kir de got: “AKP û TSK îtîfaqa bêdengiyê kirine.”

Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken di pêşniyarpirsa têkildarî mudaxelekirina karên siyasî ya ji aliyê artêşê ve, pêşkêşî meclîsê kir de got: “AKP û TSK îtîfaqa bêdengiyê kirine.”

Serokwekîlê HDP’ê û Parlamenterê Çewlikê Îdrîs Baluken di pêşniyarpirsa ku behsa pêşîlêgirtina mudaxeleya leşkerî ya li hemberî karên siyî pêşkêşî meclîsê kir de bal kişand ser îtîfaqa di navbera hukûmeta AKP’ê û Artêşa Tirk (TSK) de.

Baluken di beşa hincetê ya pêşnûmeyê de got: “Heta di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de nîqaşên têkildarî demokrasiyê hebin û berdewam bikin, wê têkiliya di navbera leşkerî-siyasetê de jî bi heman awayî berdewam bike. Li Tirkiyeyê temenê hêz û xwesteka dîzaynkirina siyasetê ya ji aliyê leşkeriyê ve û temenê dîorka siyasiya Tirkiyeyê yek in.”.

'AKP RÊ LI BER XWEPÊŞANDANAN VEKIR, TSK KET DEWRÊ'

Baluken da zanîn ku li gel destpêkirina sîstema pir-partî ya li Tirkiyeyê mudaxele û derbeyên leşkerî jî dest pê kirin û bi dehhezaran kes di van komkujiyana de jiyana xwe ji dest dan. Baluken bal kişand ser qanûna bingehîn a piştî derbeya 1982yê ku ji aliyê artêşê ve hate dayin û da zanîn ku gelek şert û mercên awerte ji bo artêşê veguherandin şert û mercên asayî.
Baluken destnîşan kir ku TSK’ê li hemberî berdebeyên Ergenekon û Balyozê yên ku heta çaroka dawî ya sala 2014 berdewam kirin, bêdeng ma û piştî pêvajoya çareseriyê rewşeke din ji xwe re hilbijart. Baluken bal kişand ser lihevkirinên di navbera hukûmeta AKP’ê û artêşa Tirk de û got: “AKP’ê rê li ber xwepêşandanên kolanan vekir û artêş jî ket dewrê.”

'KEVNEŞOPIYA MUDAXELEYÊ YA TKS’Ê BERDEWAM DIKE'

Baluken diyar kir ku mudaxeleya artêşa Tirk a li hemberî jiyana civakî û siyasî berdewam dike û bal kişand ku hukûmeta AKP’ê jî îtîfaqeke bêdengî ya demkî bi TSK’ê re daniye. Baluken got: “Piştî ku gora Suleyman Şah veguhestin û anîn gundê Eşmê yê Rojava, li gorî beriya vê bûyerê û piştî vê bûyerê di siyasetê de ruhê rêyên nû yên diyalog û pratîkê derketin holê. Lê her çendî ev qada wezîfeyê ne ya TSK’ê be jî, careke din kefneşopiya xwe ya 90 salan a mudaxelekirina siyasetê berdewam kir.”