Mîna li her qadên berxwedanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî agirê Newrozê geş dibe. Di pîrozbahiya Newrozê ya ku li merasîma girtinê ya dewreya Şervanên Nû rast hat de, Kalkan peyivî û destnîşan kir, ku di demeke bi vî rengî de tevlîbûna li nava refên gerîla berpirsyariyeke dîrokî ye.
Dibistana Perwerdeya Bingehîn a Şehîd Erdal Sîncer a Akademiyên Apollo, 30 gerîlayên dewreya Şehîd Rabûn Kato mezûn kir. Merasîma mezûniyetê ji ber ku li Newrozê rast hat, her du pîrozbahî bûn yek. Di merasîma leşkerî de endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, Endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata, Kasim Engîn, Nedîm Seven, ji Fermandarên YJA-Starê Têkoşîn Amanos, komên Awazê Çiya, Şanoya Çiya, gerîlayên ji qadên cuda yên têkoşînê û şervanên nû amade bûn. Di merasîmê de destpêkê sond hat xwarin û dûre Kalkan bi xwe nasnameya gerîlayan radestî wan kir. Kalkan piştî belavkirina nasnameyan, bi gerîlayan re civînek lidar xist.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, Newroz di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiyê, gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir û got, "Di kesayetiya rêhevalên Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de, ez hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Bi taybetî şehîdên Kobanê, Şengalê, Cizîrê, tevahiya Rojava û Başûrê Kurdistanê yên ku di vê Newrozê de serê me li pêşberî cîhanê bilind kir, hêvî û coşeke mezin dan me, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Em soza xwe dubare dikin ku em ê serketinên wan di pêvajoya dema pêş a têkoşînê de dewam bikin û bigin serî."
Kalkan da xuyakirin ku hem ew Newrozê pîroz dikin hem jî merasîma mezûniyeta perwerdeya komek gerîla lidar dixin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hûnê tevlî yekîneyên me bibin û di vê pêvajoya krîtîk de beşdarî têkoşînê bibin. Li her çar parçeyên Kurdistanê li ku derê pêwîstî pê hebe, hûnê ji bo parastina Kurdistanê, gelê Kurd û mirovahiyê, heta dilopa dawî ya xwîna xwe, hunera şer di xeta Apoyî serdest bikin û şer bikin. Ev şer wê di xeta serketinê de be. Ji we hemûyan re serketinê dixwazim."
Dûran Kalkan diyar kir ku beşek ji şervanên nû perwerdeya xwe temam kirine, beşek jî perwerdeya xwe dewam dikin û got, "Di pêvajoyeke bi vî rengî de, di rojeke bi vî rengî ya Newrozê de, tevlîbûna li nava refên gerîla, dîtin û qedandina perwerdeya gerîla, meşandina têkoşînê berpirsyariyeke dîrokî ye. We niha perwerdeya xwe temam kirin û hûnê tevlî pratîka 2015'an bibe. Weke ciwanekî Kurd, ya ku pêwîst dike we kirin. We biryara herî rast dan. Ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe perwerdekirin ji bo dema pêş girîng e. Ev yek jî wê di pratîkê de rê li ber serketinê veke."
Piştî civînê, bernameya çandî ya dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Rabûn Katon hat pêşkêşkirin. Şanoya Çiya û koma Awazê Çiya derketin ser dikê û reng dan pîrozbahiyê. Pîrozbahî bi gerandina govendê li dora agirê Newrozê bi dawî bû.