Ahmet Turk: Birêz Ocalan careke din firsenda dîrokî pêşkêş kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk da xuyakirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi peyama xwe ya Newrozê re careke din firsenda dîrokî pêşkêş kiriye.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk da xuyakirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi peyama xwe ya Newrozê re careke din firsenda dîrokî pêşkêş kiriye. Turk ji hikûmetê xwest ku tavilê gavê biavêje û nêzîkatiyên neyînî yên Erdogan ên der heqê pêvajoyê de rexne kir. Turk nerazîbûn nîşanî nîqaşên li ser çekdanînê da û got, "Dibe ku li Tirkiyeyê dawî li bikaranîna çekan bê anîn, lê belê çekdanîn ji bo Kurdan ne pêkane."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Newroza Amedê hat xwendin û rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê ji ANF'ê re nirxand.

'PEYAM, WEZÎFEYA GIRÎNG DIDE SER HIKÛMETA AKP'Ê'

Turk da xuyakirin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji destpêka hevdîtina û vir ve di mijara xurtkirina siyaseta demokratîk û çareseriya pirsgirêka bi rêya diyalogê ve biryardariyeke mezin nîşan dide û got, "Birêz Ocalan di wê baweriyê de ye ku bi têkoşîna çekdarî re her tişt hatiye kirin, gelê Kurd hêza xwe nîşan daye, vîna xwe îspat kiriye û di encamê de jî dizane ku divê pêvajo bi aştiyê bi encam bibe. Dibîne ku piştî her pevçûnê, aştî divê."

Turk diyar kir ku Ocalan di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de gelekî bi biryar e û nîşanî her kesî da ku ev firsenda dîrokî bi kêrî gelên Kurd û Tirk tê. Turk destnîşan kir ku tevî hemû neyîniyan Birêz Ocalan bi peyama Newroza 2015'an re samîmiyet û daxwaza xwe ya ji bo aştiyê careke din nîşan daye.

Hevşaredar Ahmet Turk anî ziman ku Ocalan ji destpêkê ve biryara "Em li hev rûnên û vê pirsgirêkê çareser bikin" daye û bi peyamên xwe re vê biryardariya xwe dewam dike.

Turk ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi projeya xwe û daxwaza aştiyê re wê bandoreke mezin li tevahiya gelên Rojhilata Navîn bike û Rojhilata Navîn a demokratîk diyar bike.

Ahmet Turk got, "Divê were dîtin ku heta Kurd azad nebin, aştî nayê Rojhilata Navîn. Ji ber ku Birêz Ocalan ev yek dîtiye, dixwaze pirsgirêka Kurd di çarçoveya demokratîk û aştiyane de çareser bibe. Lewma ev peyama Birêz Ocalan ne tenê li Kurdan bandorê li gelên herêmê hemûyan dike."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk da xuyakirin ku Ocalan bi peyama xwe re di heman demê de wezîfeyeke girîng daniye ser milê hikûmet û dewleta Tirk û destnîşan kir ku divê hikûmeta AKP'ê tavilê berpirsyarî û pêwîstiya vê peyam û projeya ji aliyê mîlyonan ve hatiye qebûlkirin, bicih bîne.

'KURD BI ÇEKAN RÛMETA XWE DIPARÊZIN'

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê nerazîbûn nîşanî nîqaşên li ser çekdanînê da û got, "Li holê rewşeke danîna çekan nîne. Lê tiştekî bi vî rengî pêkane; Dibe ku dawî li bikaranîna çekan li Tirkiyeyê bê anîn. Lê danîna çekan ji bo gelê Kurd ne pêkane."

Turk da xuyakirin ku Ocalan ti carî daxuyaniya 'em ê çekê deyne' nekiriye û anî ziman ku di rewşeke li Rojhilata Navîn şer heye û çeteyên mîna DAIŞ'ê heye de, çek danîn ne pêkane.

Turk got, "Gelo bila Kurd bêparastin bimînin? Eger berxwedana HPG, YPJ, YPJ'ê nebûya, hêzên çekdar ên DAIŞ'ê niha sînorên Tirkiyeyê derbas kiribûna. Çeka Kurdan hem axêi hem rûmetê hem jî gel û baweriyên din diparêze. Di rewşeke ku mînakên Şengal, Kerkûk, Kobanê û Efrînê li holê ye de, daxwaze çekberdana PKK'ê safîtî ye. Ti Kurdek vê qebûl nake. Birêz Ocalan ji bo pirsgirêka li Tirkiyeyê ji têkoşîna çekdarî rizgar bibe di nava hewldanan de ye. Lê belê nêrîneke wî ya bêçekbûyîna Kurdan û PKK'ê, nîne. Di nava çirava Rojhilata Navîn de Kurd wê çawa xwe biparêzin? Pirsgirêka di navbera Kurd û Tirkan de dibe ku pirsgirêka herî kêm xetere ye. Lê belê xeteriyê din hene. Û ji ber vê yekê PKK dest ji çekan bernade."

Turk anî ziman ku têgiştina hikûmet hewl dide biafirîne dûrî rastiyê ye û got, "Di nîqaşan de li ser rewşeke 'çekdanîna PKK'ê' axaftin nayê kirin. PKK dest ji çekê bernade, lê di şert û mercên guncaw de ji xwe ji destpêkê ve dixwaze li hemberî Tirkiyeyê çekê bikar neyne."

'BERIYA KONGREYA PKK'Ê DIVÊ HIKÛMET GAVÊ BIAVÊJE'

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye xuyakirin ku dema di mijara 10 xalan de hikûmet gavan biavêje PKK dikare bi mijara bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê kongreyê bicivîne û got, "Ji bo PKK karibe kongreyê kom bike û biryareke bi vî rengî bistîne, beriya wê divê hikûmet gavê biavêje. Eger dewlet gavê neavêje û kongreyeke bi vî rengî pêk were, wê ev yek bêwate be. Bi dîtina min, heta ku hikûmet gavê neavêje PKK biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî nagire. Li gorî min divê vê biryarê jî negire. Divê kes ne li bendê be, ku berî hikûmeta AKP'ê gavê biavêje, PKK biryara kongreyê werbigire."

'DIVÊ 10 XAL TAVILÊ BIKEVIN MERIYETÊ'

Ahmet Turk weke karên sereke yên divê hikûmet tavilê bike bal kişand ser 10 xalên ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatine destnîşankirin û got, "Divê ev 10 xal bikevin meriyetê. Destpêkê pêwîste Desteya Şopandinê û Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan bê avakirin. Êdî kes nikare li bendê bisekine. Pêvajo êdî nema dikare rawestandinê, mijûlkirinê rake."

ALIYÊ SÊYEMÎN

Der heqê girîngiya aliyê sêyemîn de jî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ev xal destnîşan kir: "Mînakên Îrlanda, Latîn Amerîka, Başûrê Afrîkayê hene. Em jî hînê nû hîn dibin ku ev pêvajo çawa bi rêve çûne. Lewma em hêviya xwe diparêzin. Di vê pêvajoyê de divê ji sedî sed aliyê sêyemîn hebe. Alî di destpêkê de aliyê sêyemîn qebûl nakin. Lê belê bi demê re pêwîstiya bi aliyê sêyemîn ji aliyê aliyan ve hatiye fêmkirin û yên ev pêvajo meşandine girîngiya vê yekê bi me re parve kirin. Lewma komeke ji aliyê sêyemîn a ji saziyên di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî de, ku karibe pêvajoyê bişopîne û bawerî pê hebin, dikarin bikevin nava pêvajoyê. Bêguman divê li pişt vê komê hêzên xwedî giranî û rêzdariyê hebin."