Li Den Haagê ji Ocalan re azadî û ji bo HDP’ê jî piştgirî hat xwestin

Di pîrozbahiya Newrozê ya bajarê Den Haagê de li ser rola Kurdan a li Rojhilata Navîn hat sekinandin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin. Di pîrozbahiyan de ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga piştgiriya HDP’ê hat kirin.

Di pîrozbahiya Newrozê ya bajarê Den Haagê de li ser rola Kurdan a li Rojhilata Navîn hat sekinandin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin. Di pîrozbahiyan de ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê banga piştgiriya HDP’ê hat kirin.

Bavê şervanê YPG’î yê Hollandayî Rîchard Jansen, Leo Jansen, ji Konseya KNK’ê Adem Uzun, ji SP a Hollandayê Hanry Van Bommel, rojnameger Hako Bagdat û li ser navê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê nivîskarê Yenî Ozgur Polîtîkayê Suat Bozkuş tevlî pîrozbahiyê bûn.

Bavê şervanê YPG’ê Rîchard Jansen, Leo Jansen axivî û got ku tenduristiya kurê wî ber bi başiyê ve diçe û kurê wî xwe daye ser azadiya Kurdistanê û dixwaze ji bo avakirina Kobanê bixebite.

UZUN: KURD  BÛN MODELA JIYANA BI HEV RE

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Uzun da zanîn ku her kes xwedî li têkoşîna mirovahiyê ya Rojava derketiye û got: “Li Başûrê Kurdistanê Êzidî, Tirkmen, Kakaî kî hebe û di xetereyê de be PKK li wir e. Kurd bi projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn bûne modela jiyana nû.”

Uzun bal kişand ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wê pêk bên û got ku ji bo serketina HDP’ê divê xebat bên zêdekirin û got: “Girêdayîna bi şehîdên me û gelê me esas e.  Di hilbijartinan de xwe peywirdar hîs bikin. Êdî piştgirî têr nake, dema xebata pratîke.”

BOMMEL: DIVÊ OCALAN AZAD BE, PKK JI LÎSTEYA TERORÊ DERKEVE

Ji SP Hanry Van Bommel anî ziman ku PKK di siyaseta Rojhilata Navîn û cîhanê de rolek mezin dilîze û got: “Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û Ocalan azad bibe.” 

Li ser navê Komîsyona Hilbijartinê ya Hollandayê Suat Bozkuş jî axivî û diyar kir ku derbaskirina bendê ya HDP’ê di alî biratiya gelan de gelek girînge.

Rojnamegerê Ermenî Hayko Bagdat jî bi lêv kir ku Kurd di dîroka xwe de gihiştine pozîsyona herî xurt.

Zele Mele yê di şahiyê de derket ser dikê jî got ku wê HDP di hilbijartinan de bendê derbas bike.

Bi sînevîzyonekê axaftina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a Newrozê hat guhdarkirin.  Bayik bal kişand ser asta têkoşînê û got ku li ser nirxên şehîdan hatiye vê astê.