PDK nahêle gel biçe Newroza Metîna

PDK destûrê nade derbasbûna gelê ku dixwaze biçe pîrozbahiya li Metîna ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya.

PDK destûrê nade derbasbûna gelê ku dixwaze biçe pîrozbahiya li Metîna ya  girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya.

Li herêma Metîna ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya îro bi tevlîbûna gel wê pîrozbahiya Newrozê ya girseyî pêk bê.

Peşmêrgeyên PDK’ê ku li nuqteya kontrolê ya Dihê a bajarê Zaxo bûn nahêle gelê ji Başûr û Bakurê Kurdistanê hatine tevlî Newroza Metîna bibin.

Di navbera gel û pêşmergeyan de alozî didome.

Pêşmergeyan da zanîn ku ji wan re ji jor talîmat hatiye û ji ber vê jî destûrê nadin derbasbûna wan.