YPG'ê nasnameya cangoriyekî xwe aşkera kir
YPG'ê bi daxuyaniyê ragihand ku şervanê wan Bîlen Edîş bi nasnav Leheng Rojîn, di 28'ê Kanûna 2013'an de li Til Hemîsê jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe yê di 28'ê Kanûna 2013'an de li Til Hemîsê jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Berxwedaniya bêhempa ya ku yekîneyên me li hemberî komên çete nîşan dide, bi serketinên mezin dagirtiye. Şoreşa mirovahiyê ya bi rêvebertiya yekîneyên me tê meşandin li Rojava her roj çîrokên berxwedaniyê û serketinê û bersivdayînê li hemberî komên çete dinivîse. Ev hemû bi saya şehîdên me yên ku li hemberî dijminên mirovahiyê ti carî gav paşde neavête pêk hatiye.
Di vê berxwedaniya bêhempa de li bajarokê Til Hemîs şervanekî me bi lehengiyeke mezin şehîd ket.
Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soz didin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser doz û şopa şehîdan bimeşin."
NASNEMEYA ŞERVANÊ YPG’Ê WIHA YE:
Navê tevgerî: Leheng Rojîn
Navê rast: Bîlen Edîş
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex-Qilaban
Dema tevlîbûnê: 2011
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 28.12.2013 - Til Hemîs