Newroz li Toronto hat pîrozkirin
Li bajarê Kanada Torontoyê Newroz bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Li bajarê Kanada Torontoyê Newroz bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Li bajarê Kanada Torontoyê, bi organîzeya Navenda Civaka Kurd a Toronto Newroz hat pîrozkirin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hevserokê Navendê Îhsan Kaya axaftina vekirinê kir.
Dûre peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya sînevîzyonê hat pêşkêşkirin.
Di axaftinan de komkujiya DAIŞ'ê ya li Hesekê hat şermezarkirin û di hilbijartinên herêmî yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de destek ji HDP'ê re hat xwestin.
Di pîrozahiyê de koroya zarokan a muzîk û govendê, koma govendê ya YPJ derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Hunermendê Kurd Xêro Ebbas jî bi stranên xwe reng da pîrozbahiyê. Şeva Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.