KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Amedê çalakiyên Hefteya Qehremaniyê
Di çalakiyên cuda yên ku di çarçoveya Hefteya Qehremaniyê pêk hatin de gerîla û şervanên PKK, HPG, YPJ û YPG’ê yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. -
Ciwanek li Colemêrgê bi lêdanê hate binçavkirin
Li Colemêrgê gelek polîs bikaranîna çekan ciwanê xebatkarê navenda DBP’ê ku navê wî nehat zanîn binçav kirin. Li hemberî vê yekê gel li navenda sûkê kom dibe. -
Ji daxistina alê re 13 sal û 9 meh ceza
Di doza daxistina alê ya li Amedê pêk hat ji Omer Mûtlû Are 13 sal û 9 meh ceza hat birîn. -
Şervana YPJ'ê Dogan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Leyla Dogan (Leyla Nisêbîn) a ku di operasyonên azadkirina gundên Kobanê de di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de ji jiyana xwe ji dest da li Nisêbînê hate definkirin. -
Berxwedan ji nû ve derket
Kovara Berxwedan a weşana Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistan (ERNK)’ê, bi tevayî hejmarên xwe bi rêya înternetê tê weşandin… -
Li Şemrexê li cihê operasyonê çalakiya protestoyî
Li navçeya Mêrdîn Şemrexê, bi pêşengiya HDP û DBP'ê girseya gel li bejahiya ku duh leşker lê derketibûn operasyonê çalakiya protestoyî lidar xist. -
Li Mêrdînê lêpirsîna li hember endamên BES’ê hat şermezarkirin
Şaxa BES’ê ya Mêrdînê lêpirsîna li hember endamên xwe şermezar kir. -
NPG: Artêşa Tirk bi qestî û zanebûn xebatên leşkerî zêde kir
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) diyar kir ku artêşa Tirk bi zanebûn û qestî xebatên leşkerî zêde kirine. -
FKÊ li dijî zextan mîtîngê lidar dixe
FKÊ, ji bo balê bikşîne ser binpêkirina mafê Êzidiyan ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê û ji bo daxwazên civata Êzidî bîne ser ziman, mîtîngekê lidar dixe. -
Li Şengalê çalakiyên sûîqestê: Çeteyek hat kuştin, yek birîndar bû
Li qada girê Şehîd Erdal a Şengalê di encama çalakiyeke sûîqeste de çeteyek hat kuştin. Li taxa Sûka Jêr jî çeteyek di encama çalakiya sûîqestê de birîndar bû. -
Li kantonên Cizîr û Kobanê YPG/YPJ derbên giran li çeteyan dixin
Li kantonên Cizîr û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê, di encama çalakiyên hêzên YPG/YPJ'ê de duh herî kêm 4 çete hatin kuştin. -
Ji KCK'ê banga pîrozkirina hefteya qehremaniyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Di salvegera şehadeta rêheval Egîd de em bang li gelê xwe dikin, ku hefteya lehengiyê bi şêweyekî hêjayî Egîdan e, pîroz bike." -
Serokê DTSO Sayar: Divê hikûmet gavên aborî biavêje
Serokê DTSO Ahmet Sayar got, "Ji bo aştiyeke mayînde û kêrhatî, mîna gelek aliyan divê di qada aboriyê ya pirsgirêkê de jî gav werin avêtin." -
Li Hesekê teqîn
Li taxa Mişêfrê ya Hesekê wesayîteke bombebarkirî hate teqandin. Di encamê de 2 endamên asayîşê birîndar bûn. -
Newroz li Kazakîstanê hat pîrozkirin
Kurdên li Kazakîstanê li herêmên Cambul û Almate, Newroz pîroz kirin. -
PKK’ê 'Şehîdên meha Adarê' bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK’ê 'Şehîdên meha Adarê' bibîr anî û got: “Ji rêbaza qehrematiyê wêdetir, ti rêbaz ne dibe rêbaza PKK'ê ne jî rê li ber pêşketinê vedike." -
Zelalkirina helwestan - Cemîl Bayik
Guftûgoyên di nava AKP'ê de careke din radixe ber çavan ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê wê bi hevkariya di çerçoveyeke berfireh a hêzên demokrasiyê de karibe pêk were. -
Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê ya dibêje 'Ez ji deriyê xiyanetê derbas nabim'
Şervanên YPJ'ê yên li hemberî hişmendiya tarî ya çeteyên DAIŞ'ê li eniya pêş şer dikin bûne pêşengên Şoreşa Cîhanê li Kobanê şîn hat û li Rojhilata Navîn belav dibe. -
Zagros: PKK tevgera qehremaniyê ye
Hefteya qehremaniyê ya di navbera 21-28'ê Adarê de, ji bo Kurdan mîladeke nû temsîl dike. Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros li ser hefteya qehremaniyê ji ANF'ê re axivî. Zagros destnîşan kir ku PKK tevgera qehremaniyê ye. -
Ciwanên Azad 2. Kongreya xwe di 28’ê Adarê de pêk tîne
Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, di 28’ê Adarê de li bajarê Koln a Elmanyayê di 2. Kongreya Ciwanên Azad de tên cem hev. -
Fermandarê Mîlîsên Mexmûrê parastina Mexmûrê vegot
Mîjînî got, "Niha li gelek deverên Başûrê Kurdistanê şer heye. Lê îdîa dikim ku cihê herî ewle eniya Mexmûrê ye. Bêguman li cihên din jî ewlekarî heye. Li dijî DAIŞ'ê şerek tê meşandin." -
3 kesên li Gimgimê hatin binçavkirin hatin girtin
3 kesên ku li navçeya Gimgima Mûşê hatibûn binaçvkirin, bi biryara dadgehê hatin girtin. -
Karwanê alîkariyê yê ber bi Kobanê ve bi rê ket
Karwanê alîkariyê ya ku ji 25 wesayitan pêk tên û li Mêrdînê hatin komkirin, ber bi Kobanê ve hatin birêkirin. -
Cenazeyê şervana YPJ'ê Dogan ber bi Nisêbînê hat şandin
Cenazeyê şervana YPJ'ê Leyla Dogan (Leyla Nisêbin) li Kobanê jiyana xwe ji dest da, ji bo definkirinê şandin Nisêbînê. -
Kerboranê ji bo Kobanê alîkarî kom kir
Alîkariya bi pêşengiya Şaredariyê Kerboranê bi dirûşma "Kobanê rûmeta me ye, em xwedî lê derkevin" hat komkirin, tê şandin.