PKK’ê 'Şehîdên meha Adarê' bibîr anî

Komîteya Rêveber a PKK’ê 'Şehîdên meha Adarê' bibîr anî û got: “Ji rêbaza qehrematiyê wêdetir, ti rêbaz ne dibe rêbaza PKK'ê ne jî rê li ber pêşketinê vedike."

Komîteya Rêveber a PKK’ê 'Şehîdên meha Adarê' bibîr anî û got: “Ji rêbaza qehrematiyê wêdetir, ti rêbaz ne dibe rêbaza PKK'ê ne jî rê li ber pêşketinê vedike."

Komîteya Rêveber a PKK’ê  bi daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya înternetê weşandiye de, şervanên di meha Adarê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.

PKK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Têgeha qehremanî û şehîdiyê di PKK’ê de têr hatiye kirin. Derketina mezin a PKK’ê, li gor vegotin û nasandinan, qehremantî ye.  Her wiha derketina gelek qehremanan jî îspata vê ya aşkera ye.  Dema çalakî bi xwe hatiye destpêkirin bi qehremantî ye, dema diçe encamê bi qehremantî ye, dema diçe şehadetê jî bi temamî bi qehremantî ye.  Ji bilî terza qehremantiyê,  ti terz ne dibe terza PKK’ê û ne jî rê li ber pêşveçûnê vedike.

Rastiya gel çi di aliyê dîrokî, çi di aliyê rojevî de bê nirxandin, rêya rizgariya ku ji bo wê tê dayîn, dikare rêya rizgariya qehremantiyê be.  Navê vê pêgirtina terza qehremantiyê ye. Ger tê xwestin diyalektîka dîrokî, diyalektîfa jiyana me bi şoreşê bê temamkirin, ji ber ku wisa tê dîtin e.  Bi qehremanî destpêkirin û bi qehremanî birin rastiya objektîf e. 

‘HAWARIYÊ APOYÎ BÛ’

PKK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku ew şehîdan her yekî wek qehreman bibîr tînin û got, "Ji ber ku li gorî taybetiyên qehremantiya partiya me dawî li jiyana xwe anîne,  ji ber ku ev hêz nîşan dane, ew PKK’iyên rastî ne, qehremanên rastî ne."
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Vegotina mirovên mezin, pêşengan, kesên jiyana ku bûye hêviya gelan afirandine, vegotin zehmet e. Vegotina van mirovên ku her yek qehremanên romanê ne, her kêliya jiyana wan mijara destanî ye, gelek zehmet e. Ji ber ku wan jiyanek ji rêzê derbas kiriye, bi hêza heybet xwe gihandine, bi sekna xwe ya di jiyan aborî de nirxên ku têk naçin afirandine, gihiştine pîroziyê. Bibîranîn û vegotina têkoşîna fermandarê mezin ê HRK’ê û Komîteya Navendî a PKK’ê Egîd-Mahsum Korkmaz ku di 28’ê Adara 1986’an de li Gabarê gihişt şehadetê; Di rastiyê de tê bibîranîna yek ji qehremanên ku pêşengê têkoşîna demokrasî û azadiya civakî û neteweyî û fêmkirina vê destana wî ye. Ew bi aliyên xwe yên rêxistinkirinê, dîsîplîn, dînamîkbûna xwe, jiyana xwe ya bi rêgez, ked, jiyana xwe ya mutewazî, aliyên xwe yê yekkirinê, wek  mîlîtanê xetekê wek hawariyê Apoyî dest bi vî karî kir. Li dijî  vê atmosfera bê hêvî ya ku dîroka Kurdistanê ya hezaran salî afirandiye her tim bû çavkaniya hêviyê.  Em hemû şehîdên şoreşê di şexsê wî de bibîr tînin û em soza xwe ya tacîdarkirina serketina meşa xwe ya şoreşê ya di bin komutaya wî de dubare dikin.

BI SEKNA XWE YA FEDAYÎ TEVLÎ XEBATAN BÛ

Rêhevalê Sedat Alkan di salên vegera tevgera me ya welêt de fikrên şoreşgerî nas kiriye û di nava tevgera Apoyî de bi seknek fedayî tevlî xebatan bûye û di 21’ê Adara 1980’an de li Amedê ji aliyê hêzên neteweperest û reformîst ve hat qetilkirin, em qetilkirina wî şermezar dikin û li hemberî şehadeta wî bi rêzdarî serî ditewînin.

Em şehadeta Rêhevalê Mehmet Hoca-Salman Dogru, Ahmet Kurt, Huseyîn Gelînçîk, Mehmet Kurt û Suleyman Saruhan qehremanên berxwedana Şikestun ku di mêjî û zimanê gel û têkoşîna me de bû destan û bi berxwedanek mezin li dijî komkujiya şoreşî ya li Kurdistanê pêş ket, bi rêzdarî bibîr tînin û soza girêdayîna bîranîna wan dubare dikin.

Rêhevalê Nesîmî- Yaşar Oner di dema cuntaya leşkerî ya zîhniyeta faşîzan a Tirk de li zindanan li dijî hewldanên tasfiyeyê derket û şopdarê çanda bexwedana kadroyên pêşeng ê tevgera Apoyî bû, di 21’ê Adara 1982’yan de şehîd ket û em wî bibîr tînin û soza xwe ya girêdana hemû berxwedêrên zîndanê dubare dikin.

Rêhevalê Abûzer-Huseyîn Yorulmaz û 5 hevalên xwe di 26’ê Adara 1988’an de li bejahiya Semsûrê di pevçûneke li hember hêzên mêtinger şehîd ket, em di şexsê wî de hemû şehîdan bibîr tînin.

Rêhevalê Ferman- Şêxo Abdullah û hevalên ligel wî  di 23’ê Adara 1991’ê de li Gabare gihiştin şehadetê, em  wan bibîr tînin.

Rêhevala Mahabad-Ayşe Tar û 7 hevalên wê ku di 28’ê Adara 1991’ê de li eyaleta Zagrosê di encama komployekê de ketin kemînê û jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin û em soza girêdana bi têkoşîna wan dubare dikin.

BI QEHREMANÎ LI BER XWE DAN Û ŞEHÎD KETIN

Rêheval Kara Omer-Haydar Altun û 4 hevalên xwe di 29’ê Adara 1991’ê de li bejahiya Qilabanê bi dijmin re ketine pevçûnê û di encama berxwedaneke mezin de şehîd ketine, em wan bibîr tînin û soza jiyandina têkoşîna wan didin.

Rêhevalê Remzî-Îrfan Pervane yê bi şehadeta xwe de li ser zimanê gelê Amedê bû destan û du rêhevalên xwe yên pêre di Adara 1992'an de gihiştîn şehadetê bi mînetdarî bibîr tînin û destnîşan dikin ku ew rê nîşanî me didin. 

Rêhevalê xwe Têkoşer-Zeyad Îsmaîl ê di 26'ê Adara 1993'an de li eyaleta başûrrojava di pevçûna li hemberî hêzên dijmin de şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê wî her tim bibîr bînin.

Li pêşberî şehadeta rêhevalê xwe Kayser-Mahmût Oner ê di Adara 1994'an de li eyaleta me ya başûrrojava şehîd ket bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û diyar dikin ku em ê bi armanca şehadeta wî re dilsoz bin.

Rêhevalê Zekî-Mehmet Karakoç û şeş rêhevalên pêre, ku di dilê gelê Serhedê de xwedî cihekî nayê jibîrkirin e, yên di 22'ê Adara 1994'an de li Çiyayê Agirî di pevçûna li hemberî dijmin de şehîd ketin bi mînetdarî bibîr tînin û destnîşan dikin ku meşa me ya ber bi serketinê ve, berpirsyariya me ya li pêşberî bîranîna wan e.

Di kesayetiya rêhevalê Harûn-Îskan Adar de sê rêhevalên xwe yên di 25'ê Adara 1994'an de li Xîzan-Geliyê Kesan şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û soza dilsoziya bi bîranîna wan re, dubare dikin.

Di kesayetiya rêhevala Nalîn-Leyla Dogan de 15 rêhevalên xwe yên li herêma Mûş Kosorê di 25'ê Adara 1994'an de li dijî bi hezaran hêzên dijmin berxwedaneke mezin nîşan dan û gihîştin şehadetê bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan bidin jiyîn.

23 welatparêzên xwe yên li gundê Zîverê di encama bombebarana giran a 27'ê Adara 1994'an a hêzên mêtinger de şehîd ketin, bi mînetdarî bibîr tînin û li pêşberî şehadeta wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.

16 welatparêzên xwe yên di 27'ê Adara 1994'an de li gundê Beşûke gihiştin şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin û destnîşan dikin ku şehadeta wan wê bibe bingeha têkoşîna me.

Di kesayeta rêhevalê xwe Zekî-Rahîm Suren de çar rêhevalên xwe yên li girê Soranser ê eyaleta Zagrosê di 23'ê Adara 1995'an de gihîştin şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin.

'BI ÇALAKIYA XWE YA FEDAÎ RE TEVLÎ KARWANÊ ŞEHÎDAN BÛ'

Em rêhevala xwe Zînê Gulîstan-Meral Mamyak a li dijî hêzên mêtinger ên bi komploya navneteweyî ya li hemberî Rêbertiya me re xwestin têkoşînê tine bikin di 27'ê Adara 1999'an de li Qada Taksîm a Stenbolê bi çalakiya xwe ya canfedaî tevlî karwanê şehîdan bû, bi rêzdarî bibîr tînin û diyar dikin ku em dilsoziya xwe ya bi bîranîna wê re di xeta partiyê ya fedaî de jîndar bikin û bicih bînin.

Rêhevalê Qendîl-Herêm Celal Mûhammed û sê rêhevalên pêre li herêma Herkî ya Zagrosê di encama êrîşa hewayî ya dijmin de di 22'ê Adara 2001'ê de şehîd ketin, bibîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. 

Rêhevalê xwe Peyman-Stera Omer ê di 26'ê Adara 2003'an de jiyana xwe ji dest da bibîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wî re dubare dikin.

Rêhevalê xwe Latîf GAP-Abdûllah Denîz ê li Mêrdînê di 25'ê Adara 2005'an de tevlî karwanê şehîdan bû bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin.

Di kesayetiya rêhevalên xwe Aso Sablax-Kemal Tahazade û Êrîş Amed-Bulent Tanişik de em 14 rêhevalên xwe yên ji ber çeka kîmyewî ya dijmin a li bejahiya Şenyayla ya Mûşê jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin û li pêşberî  wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Di kesayetiya rêhevalên xwe Botan-Mameş Pezîrî û Yildiz Demîrdag-Nûrsel Şîmşîr de pênc rêhevalên xwe yên di 31'ê Adara 2006'an de li Çiyayê Cûdî di şerê ji ber operasyona dijmin de jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan bidin jiyîn.

Di kesayeta rêhevalê xwe Sadik Kobanê-Adil Mûhammed de rêhevalên xwe yên di operasyona hêzên mêtinger a li Çiyayê Cûdî ya 21-24'ê Adara 2012'an de jiyana xwe ji dest dan, bi mînetdarî bibîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.

'BÛN MEŞALE Û RÊYA ME RONÎ KIRIN'

Di kesayeta rêhevalên xwe Arjîn-Leyla Altan û Berfîn-Selma Avci 16 rêhevalên xwe yên 24'ê Adara 2012'an di encama operasyoneke taybet a hêzên dijmin ên li herêma Şêx Cûma ya eyaleta Garzanê de li berxwedaneke lehengî şehîd ketin bibîr tînin, soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û bîranînên wan meşaleyên rêya têkoşîna me ronî dikin.

Em qetilkirina ji damezrînerên Komara Kurd a Mahabadê Qazî Mûhammed a 31'ê Adara 1947'an ji aliyê mêtingeriya Îranê ve şermezar dikin û soz didin ku em ê bîranîna wî di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

'EM SOZA NÛKIRINA ŞOREŞA TIRKIYEYÊ DIDIN'

Em, komkujiya Kizildereyê ya 30'ê Adara 1972'an lanet dikin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna Mahîr Çayan û neh rêhevalên pêre şehîd ketin di şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê de bidin jiyîn, em ê ala azadî û biratiya gelan bilind bikin."

'EM Ê HESABÊ ŞEHÎDÊN HESEKÊ BIPIRSIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Herî dawî, em welatparêzên xwe yên di komkujiya Hesekê ya ji ber êrîşa çeteyan de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesabê komkujiyê bipirsin. Ji tevahiya gelê Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin.

Hêza bingehîn a têkoşîna me li Bakur, Rojava û parçeyên din anîn ber pêkhatina şoreşê, bêguman rêhevalên me yên di xeta Rêbertiya Partiyê de bûn leheng û şehîd ketine. Em hemû şehîdên xwe yên em deyndarên wan e careke din bi rêzdarî bibîr tînin û bang li gelê Kurdistanê dikin ku li dora rastiya şehîdan têkoşînê xurtir bike, silav û hurmetên xwe em pêşkêş dikin."