Kerboranê ji bo Kobanê alîkarî kom kir

Alîkariya bi pêşengiya Şaredariyê Kerboranê bi dirûşma "Kobanê rûmeta me ye, em xwedî lê derkevin" hat komkirin, tê şandin.

Alîkariya bi pêşengiya Şaredariyê Kerboranê bi dirûşma "Kobanê rûmeta me ye, em xwedî lê derkevin" hat komkirin, tê şandin.

Li ser banga destekkirina kampanya alîkariyê ya Federasyona Mêrdîn Rojava, Şaredariya Kerboranê bi dirûşma "Kobanê rûmeta me ye, em xwedî lê derkevin" dest bi kampanya alîkariyê kir. Di çarçoveya kampanyayê de ji dikandar û gelê navçeyê, alîkariya ji xwarin, kinc, kelûmelên paqijî û kevnikê girêdana zarokan, hat komkirin. Kelûmelên hatin komkirin li Kerboranê li TIR'an hatin barkirin û wê sibehê ji Mêrdînê werin şandin.

Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk got, "Em weke şahidên êşên li Kobanê hatine kişandin, ji bo ji birîna xwişk û birayên xwe yên li Kobanê re bibin merhem, me alîkarî kom kir. Gelê me em bi tenê nehişt. Spasiyên xwe pêşkêşî her kesên xwedî ked, dikim."