NPG: Artêşa Tirk bi qestî û zanebûn xebatên leşkerî zêde kir
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) diyar kir ku artêşa Tirk bi zanebûn û qestî xebatên leşkerî zêde kirine.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) diyar kir ku artêşa Tirk bi zanebûn û qestî xebatên leşkerî zêde kirine.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) diyar kir ku artêşa Tirk bi zanebûn û qestî xebatên leşkerî zêde kirine.
NPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide pêş bixe, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê stratejiyeke çareseriya demokratîk û aştiyane ya ku pêşerojek azad-demokratîk û nirxên mezin dihundirîn e.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gor qaîdeyên vê stratejiyê, hêzên HPG’ê rêbazên agirbestê aniye cih û wiha berdewam kir: “Lê dewleta AKP’ê û hikûmeta Tirk jî li şûna ku heman bi şêweyî bersivê bide, li ser esasê hesabên hilbijartinê de bi lîstik û taktîkên cuda nêz dibin. Mînaka vê ya herî şênber di rojên buhrî de, di operasyon û êrîşên ku ji aliyê artêşa Tirk ve tê meşandinê de tê dîtin.
Di gelek daxuyaniyên ku berê ji aliyê me hatiye dayîn de, di serî de Fermandariya Alayê ya Oramar ku girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê ye û hinek baragehên leşkerî û qereqolên li xeta sînor dem bi dem rêbazên agirbestê binpê dikin û bi tanq, top û balafirsavaran êrîşê hêzên me dikin. Di rewşa ku ev bê berdewam kirin de mafê hêzên me heye ku bersivê bidin vê.
Di 25’ê Adarê de saet di navbera 11.00 û 16.00’an de ji Alaya Oramarê li hemberî Girê Şehîd Rahîme, Şehîd Gafur, Şehîd Bager û Şehîd Erdal ku hêzên me lê ne, bi tanq, top û çekên makîneya giran a A-4 bombebaran pêk anîne. Bê navber bi piştgiriya pêgerên hewayî yên keşfê re li warên ku hêzên me lê ne, bombardûman hatine kirin û dema van bombardûman de balafirên şer jî ji nizm ve xebatên keşfê kirine.
Li dijî van êrîşên pêk hatine, hêzên me jî li dijî Alaya ku navenda van bombardûmanan bû, saet di navbera 13.00-15.00’an de bi çekên giran bersiv dane. Di vê pêvajoya pevçûna ku hatiye jiyîn de windahî çênebûne û der barê windahiyên ji aliyê hember de jî agahî nehatine girtin.
ARTÊŞA TIRK BI QESTÎ Û ZANEBÛN XEBATAN DIMEŞÎNE
Tevî ku li holê ti xebatên gerîlayan tineye jî, hêzên artêşa Tirk bi tanq, top û balafirsavaran, bombebaran zêde kiriye û ev jî nîşan dide ku artêşa Tirk bi qestî û zanebûn van xebatan dimeşîne. Tevî ku hêzên me bersiva hatiye dayîn rawestandiye jî, aliyê hemberî êrîş berdewam kiriye û ji vê jî tê fêmkirin ku hewl didin pirsgirêkê derbixin û hawira pevçûnê biafirînin. Bi heman şêweyî ligel ti xebatên gerîlayan tine ye jî artêşa Tirk li bejahiya Şemrex a Mêrdînê di 23’ê Adarê de operasyon daye destpêkirin û xwestin ku vê pevçûnê derxînin û bi windahiyan bidin hêzên me.
Tevî van hemû rastiyan, daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Tirk a li ser pevçûna duh a li Oremarê bi temamî derew e. Di heman demê de bêhurmetiyek li gel û raya giştî ya Tirkiyeyê ye. Hikûmeta AKP'ê di çarçoveya taktîkên hilbijartinê ji aliyekî ve hin pevçûnên bi kontrol derdixîne û li aliyê din jî bi gotina 'em pêvajoya çareseriyê didomînin' ji gelê Kurd û derdorên demokratîk deng dixwaze, ji aliyê din ve jî bi gotina 'em di nava şer û pevçûnan de ne' hewl dide ji derdorên neteweperest dengan werbigire. Ev yek lîstikek qirêj a ji bo xapandina raya giştî ye. Bi van pêkanînan re aşkera ye ku artêşa Tirk û AKP ji bo xizmetî heman armancê bikin, bi hesabên hilbijartinê polîtîkayê dimeşînin.
Hêzên me mîna bûyera li Mêrdînê, wê li hemberî van polîtîkayên namerdî û qirêj bi baldarî tevbigerin û rê nedin van. Lê belê li hemberî her êrîşê, ji bo xwe parastinê xwedî mafê bersivdayînê ne."