Li kantonên Cizîr û Kobanê YPG/YPJ derbên giran li çeteyan dixin
Li kantonên Cizîr û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê, di encama çalakiyên hêzên YPG/YPJ'ê de duh herî kêm 4 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê pevçûnên dawî yên li Cizîr û Kobanê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî komên çeteyan ên li nêzî gundê Xerîta yê di navbera Til Temir û Hesekê de çalakî pêk anîn û di encamê de çeteyek hatiye kuştin, 2 çete jî birîndar bûne.
Navendê da xuyakirin, ku tevî termê çeteyê hat kuştin, kleşek û rokêtavêjeke B7 a çeteyan ketin destê hêzên YPG'ê.
LI BAŞÛRROJHILATÊ KOBANÊ 3 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir, ku berxwedana Kobanê ya li dijî dagirkeriya DAIŞ'ê, di roja 192. de bi operasyonên paqijkirina derdora kantonê dewam dike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî gundê Xanê yê li başûrrojhilatê Kobanê çalakiyek pêk anîn û di encamê de 3 çete hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, li hember gundê Sepeta Ereban ê li başûrê Kobanê jî operasyonek hat destpêkirin û li vî gundê di bin dagirkeriya çeteyan de ye, pevçûnên dijwar diqewimin.