Ji daxistina alê re 13 sal û 9 meh ceza
Di doza daxistina alê ya li Amedê pêk hat ji Omer Mûtlû Are 13 sal û 9 meh ceza hat birîn.
Di doza daxistina alê ya li Amedê pêk hat ji Omer Mûtlû Are 13 sal û 9 meh ceza hat birîn.
Li Amedê têkildarî doza daxistina ala Tirk a Fermandariya Hêzên Hewayî ya Amedê ya di pêvajoya şermezarkirina qetilkirina Ramazan Baran û Bakî Akdemîr ên di protestoyên çêkirina qereqolan li Licê ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin ji Omer Mûtlû re 13 sal û 9 meh ceza hat birîn.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, 7’ê Hezîranê di şermezarkirina çêkirina kalekolan li navçeya Licê, Ramazan Baran û Bakî Akdemîr ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin. 8’ê Hezîranê cenazeyê Baran û Akdemîr li Goristana Yenîkoy a Baglar hatin defnkirin. Di dema meşa cenaze de komekê kulubeya nobetdar a Fremandariya Hêzên Hewayî ya 2’yemîn dan ber keviran. Kesê bi navê Omer Mûtlû jî ala Tirk a bi dîrek ve daxist.
Piştî bûyerê Omer Mûtlû yê ji holê winda bû li navçeya Licê hat girtin.
Di doza ku îro li Dadgeha Cezayê Giran a 5. Pêk hat, ji bo Omer Mûtlû bi sdema al daxistiye 13 sal û 9 meh ceza hat birîn.