Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê ya dibêje 'Ez ji deriyê xiyanetê derbas nabim'

Şervanên YPJ'ê yên li hemberî hişmendiya tarî ya çeteyên DAIŞ'ê li eniya pêş şer dikin bûne pêşengên Şoreşa Cîhanê li Kobanê şîn hat û li Rojhilata Navîn belav dibe.

Şervanên YPJ'ê yên li hemberî hişmendiya tarî ya çeteyên DAIŞ'ê li eniya pêş şer dikin bûne pêşengên Şoreşa Cîhanê li Kobanê şîn hat û li Rojhilata Navîn belav dibe. Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê di dema ku ji bo xilasiyê berê xwe dane sînor bi gotina "Ez di deriyê îxanetê de derbas nabim" wate û YPJ'î bûn vegot.

Kobanê îro bûye cihê berxwedana bêhempa û warê bi sedan lehengên bênav. Ev berxwedana ku mirovahiyê diparêze û di vê rêyê de bi dilsozî dikare canê xwe feda bike. Ev şoreşa ku bi dehan salan tê dayîn û rê li ber şorşea jinan vekiriye. Yên ku ev rê vekirine Bêrîtan û Zilan in û wekî Arîn Mîrkan û bi sedan rêhevalên wê bi bedena xwe nîşanî her kesî daye ku artêşa jinan Yekîtiya Parastina Jinan (YPJ) bi xwe ye. 

Şervanên YPJ'ê di eniya herî pêş de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şerê bêhempa meşandin û bûne pêşengên Şoreşa Dinyayê ya li Kobanê şîn bûye û li Rojhilata Navîn belav bûye. Bê guman îro YPJ ji bo şoreşa jinan mînak pêşeng e. Ji van şervanên yek jê jî Fermadara YPJ'ê Meryen Kobanê ye. Fermandar Kobanê di dema û êrîşên çeteyan herî dijwar bû de û digotin êdî Kobanê ket û gelek kes berê xwe didan sînor de got 'Ez di deriyê xiyanetê de derbas nabim'. Kobanê yek ji wan şervanên ku çarenûsa şerê Kobanê guherandiye. Kobanê got ku çeteyên DAIŞ'ê ji ber hêrsa xwe xelat danîbû ser wê û me jî bi destmala bi kulîlk a li ser serê wê û di nava cil û bergên leşkerî de wê guhdar kir.

'ME GELEK LEHENGÊN JIN JI XWE RE MÎNAK GIRT'

Ewilî YPJ çawa ava bû?

Em çavkaniya xwe li Rojhilata Navîn ji dîroka xwe ya berxwedanê digirin. Ji ber ku ev erdnîgarî ya gelê qedîm e. Em hêza xwe ya madî û manewî ji gelê xwe werdigirin. Bêguman ev ji dîroka me ne qut e. Dîroka kurdan û dîroka jinan di nava vê de cihê xwe digire. Wextê ku me YPJ ava kir me li ser wê gelek lêkolîn kir. Me hem ji rêxistinên jinên sosyalîst û hem jî têkoşînan jinên di nava PKK'ê de têdikoşin sûd werigirt. Me gelek aliyê xwe ji YJA Starê girtiye. Ji ber ku ew demek dirêj e di nava têkoşîna azadiyê de ye. 

Di vê çarçoveyê de di nava YPG'ê de me YPJ îlan kir. Beriya ku em tabûrên xwe ava bikin me tîm û taximên xwe ava kir. Ev feraseta xweparastinê ye. Wekî mînak YJA Star li çiyan sazîbûna xwe ava dike û YPJ jî di nava civakê de li bajaran me xwe ava kir. Armanc vê di nava civakê de civakê biguherînin. Wextê me YPJ ava kir me zanîbû em ê bi zehmetiyên gelekî dijwar re rû bi rû bimînin. Tabûra me ya ewilî Tabûra Şehît Rûken li Efrînê hat îlankirin. Piştî vê li Kantona Cizîrê li eyaleta Tirbêspiyê Tabûra Şehît BErçem me ava kir. Tabûra me ya sêyemîn li Kobanê bi navê Tabûra Şehît Dîcle ava kir. Herî dawî jî li Qamişlo û Dêrikê Tabûra Şehît Edalet me ava kir.

'WEKE XWEDAWENDÊN PÊŞENGIYA CIVAKÊ KIRIN ME AVAKIRINA JIYANEKE NÛ ESAS GIRT'

Ewilî hêzeke me ya xurt tune bû û me bi baweriyeke gelekî mezin dest pê kir. Ji bo çarenûsa Kurdistan û Rojhilata Navîn û wekî xwedavendên li Rojhilata Navîn pêşengiya civakê kirine me xwe bi rêxistin kir û me avakirina jiyaneke nû ji xwe esas girt. Dar bêyî koka xwe şîn nabe. Em jî wekî YPJ'ê li ser dîroka xwe ya bi berxwedanê tijî ye xwe ava kir. Tevgera azadiyê çawa di şexsê Dîlan, Zîlan, Bêrîtan, Azîmeyan bû artêş, me jî ev yek wekî model ji xwe re girt. Ez dikarim vê yekê jidil bibêjim ku me li ser artêşa jinan a PKK'ê gelek lêkolîn kir. Me wan mînak girt û di artêşbûnê de em deyndarê wan in.

Li Rojhilata Navîn a tine tê hesibandin de artêşbûn tê çi wateyê?

Jinan ligel bavê xwe, birayê û ya herî girîng jî hevjînê hatina wê ya eniya wisa bi hêsanî çênebû. Di serî de jinên tevlî YPJ'ê dibûn ji hêla malbatên wan ve gelek zehmetî dihat derxistin. Heta hin malbat ji bo keçên xwe ji nav YPJ'ê derxînin wan zû dizewicandin. 

Lê belê di nava demek kurt de şahidiya têkoşîn û sekna YPJ'ê kirin û xwe îkna kirin. Malbatên YPJ'ê nas dikin di nava hezkirineke mezin de keçên xwe dişînin nav YPJ'ê. Li Rojhilata Navîn hişmendiya zilam serdest e. Ger ku em mînak bidin; Gelê Kobanê berê ji jinan re digotin "kêm". Wextê ku me YPJ li Kobanê ava kir zilaman ji me re digotin "Bi van kêm an re hûn ê çi bikin?" Bi berxwedana Kobanê re ev feraset a hezaran salan dihat meşandin tarûmar bû. 

Di şer de rewşek çawa derket holê?

Di şer de derket holê ku ya kêm ne jin e. Ya kêm hişmendiya mêr e. Di şerê Kobonê de derket holê ku ji jinê bêtir şervan, bêtir welatparêz, bêtir bi hêz û rêxistin, bêtir girêdayî kesên din tune. Zilamê ku bi tena serê xwe nikarîbû keça xwe bişandiya dibistanê, Kobanê terk kirin. Lê jinê tu carî Kobanê terk nekir. Axa xwe bi destê dagirkeran de berneda. Ev şer di şexsê jinên berxwedêr de bû sedema guhertinên pir bi kok û mezin. Berxwedana Serzorî mînaka vê yekê ye. Me ji berxwedêr û fedaiyên Serzorî yên li dijî dagirkirina Kobanê sonda tolhildanê da hêz û moralek pir mezin girt. Axaftinên wan hevalan ên di bêtêlê de bû sedema ku Kobanê li ser piyan bibîne. Ew hevalên me yên jin û mêr ku derfeta wan a xwe rizgar bikin hebû jî, li hemberî çeteyan gav paşve neavêtin, tawîz nedan. Şev û rojekê di ber xwe dan. Di şer de 75 çete kuştin. Ev hem di dîroka şerê Rojava de û hem jî di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurde gavek yekem e. Hevala Peyman digot "Şoreşger bi ken diçin ser mirinê". Kesên li dengê wan guhdar kirin tu carî baweriya xwe ya rizgarkirina Kobanê winda nekirin. Piştî berxwedana Serzorî tenê fikrek her kesî ya hevpar hebû. Ew jî fikra ger çete têkevin Kobanê dê şensa wan a jiyanê winda bûbûya. Dibe ku berxwedana Serzorî zêde derneket pêş, lê divê hemû cîhan zanibe ku ger îro Kobanê neketibe, bi xêra berxwedana şervanên Serzorî ye.

LEŞKERÊN TIRK ANONSÊN 'HÛN Ê HEMÛ BIMIRIN WERIN DERÎ VEKIRIYE' DIKIRIN

Tişta ji we re got 'Ez di deriyê îxanetê re derbas nabim' çibû?

Dema çeteyên DAIŞ'ê ketin Kobanê ez li Başûr bûm. Wê demê hin bê biryarî derketin holê. Li ser vê yekê ez çûm ser sînor. Rewşa ku min dît xerab bû. Hin sivîlên ku tev li şer bûbûn çekên xwe berdidan û diçûn. Leşkerên tirk ên li ser sînor jî bang li wan dikir û digotin ‘Hûn ê hemû bimirin, ka werin deriyê sînor li we vekiriye" û anons dikirin. Jinên ku di wî derî re derbas bûbûna ê koletî jî qebûl bikirana. Wê demê berxwedana Serzorî hat hişê min. Min bi wê hêrsê got "Tu hêz ê min di vî deriyê xiyanetê re derbas nekin" Min dît ku ez bi ruhê Serzorî tevbigerin wê ruhê îxanetê têk biçe û berxwedan wê bi ser bikeve. Eger ku Kobanê biketa, wê dilê Kurdistanê biketa. Piştî vê yekê wê ti wateya ku em li dervê xeta şehîdên xwe bisekinin nemaya.

Ev gotina Rêbertiyê ye: ‘Li cihê ku ketin pir zêde ye berxwedan destpê dike" Di şexsê jinên ciwan ên Kobanê de em bûn şahidên berxwedana mezin a jinan. Heval Revana, saleke leşker bû, lê di rewşa herî xerab de bû bombe û bi çeteyên DAIŞ’ê de teqiya. Dema çeteyên DAIŞ'ê ketin nava bajar, hevalan jêre got ‘Kozikekê bi şûnde vegere'. Wê jî got ‘ez gavekê jî bi şûnde nayêm, paşde gav avêtin îxanet e" Dema dijmin hat ser wê bombe bi dijmin de teqand û bi qehremaniyek mezin şehîd ket. Hevala Revana dema şehît ket got ‘Ger hûn têkevin Kobanê em dê bi vî rengî bersîvê bidin we." 

'ŞER BI TENÊ BI ÇEKAN NAYÊ MEŞANDIN!'

Di vê pêvajoya ku ew qas êrîş li ser beden û nasnameya jinê pêş dikeve de, gelo pêkan e ku jina kurd bi mînaka YPJ'ê mewziyan pêş bixe? 

Şer tenê bi çekan nayê meşandin. Hişmendiya DAIŞ'ê ya li dijî mirovahiyê, înkara dîrok û civakê heta niha tenê di serdema Cengizhan de pêş ket. Niha jî heman hişmendî ji aliyê çeteyên DAİŞ'ê ve pêş dikeve. Tu pênaseya vê terorîzmê tune ye. Di cîhanê de wekî vê terorîzmê tine ye. Ev feraseta faşîst hişê dîrokê tune dike. Dijminê herî mezin e. Ji ber ku li cem DAIŞ’ê jin tine ye. Jin li cem wan wekî alav e. Ji bo wan wekî alavek di nava çarçefa reş a ku pê têkiliyên zayendî tatmîn dikin û bikar tînin e. Li hemberî vê hişmendiyê ne tenê kurd, divê hemû jinên cîhanê têkoşînê pêş bixin. Ger ku em dixwazin cîhanek demokratîk ava bikin, divê jin li dijî koletiyê xwe birêxistin bikin. Ji bo li dijî bedena jinê êrîş pêk neyên, ji bo jin karibin pêşengiya civakê bikin divê hemû jin xwe birêxistin bikin. Jina bê rêxistin dê li kolan, mal, kargerî û hemû qadên jiyanê her dem rastî tundî û êrîşên zayendî bên. Ger jin xwe birêxistin bikin dê civakê biguherin. Ji ber vê yekê divê jin xwe birêxistin bikin û cewherê xwe derxe holê. Di vê mijarê de gotinek Rêbertiyê heye. Dibêje ‘Ne pîreka zilamê xwe ne xwişka birayê xwe, ne jî keça bavê xwe bin, tenê bibin aydî xwe." 

BI DEHAN PEQREWANÊN NAVÊ WAN NAYÊ ZANÎN...

Başe wê demê rûyê berxwedana Kobanê yê nayê dîtin û zanîn çiye?

Ji bo berxwedana Kobanê gelek tişt hatin gotin û hatin nivîsandin. Hin kesan berxwedana Kobanê wekî mîlad bi nav kir. Hin kesan wekî felsefeya nû û jiyana nû bi nav kir. Hin kesan jî wekî bahara gelan bi nav kir. Ji ber ku heta niha çeteyên DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn ketin ku têk birin û hilweşandin. Heta niha tu hêzê xwe li ber êrîşa DAIŞ'ê ranegirt. Lê Tevgera Azadiyê li gel derfetên pir kêm heta dawî di bern xwe da û li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi ser ket. DAIŞ'ê digot: ‘Em berî ku cihekî dagir bikin 40 roj berê tirsa xwe belav dikin.' Serê mirovan jêdikirin. hemû warên dîrokî û pîroz hildiweşandin û tirs belav dikirin. 

Lê wan li hemberî Kobanê nekarîbû vê tirsê belav bikin. Piştî vê yekê mirovahiyê hêz ji vê yekê girt. Ger ku niha Tigrit di ber xwe dide deyndarê Kobanê ye. 2 salin DAIŞ li Tigritê bû, lê berxwedanek mezin pêş nexist. Lê niha Tigrit xwe ji çeteyan paqij dike. Niha li Mûsilê jî şerê paqijiyê dest pê kiriye. Ez dikarim bi hêsanî bêjim cîhan deyndarê berxwedana Kobanê ye. Berxwedana Kobanê berxwedanek awarte û mînaka wê tune ye. Di her alî de pir cuda û serkefti ye. Ji ber ku me biryara "An em dê azad bijîn, an jî em dê bi rûmet bimirin.

Berxwedana Kobanê ewqas mezin e ku bi gotinan nayê ziman. Destana fedaîtiyê ya çend hevalên me jî nikarin binîn ziman. Lehengiya Şehîd Agirî ya li dijî wesayîta Jammer rawestiya û bi çekê gulebaran kir. 'Eger şervanek jin ewqas bi huner be, gelo şervanên din çawan in? Hevalê Diyar jî wiha dibêje; Ji bo vî welatî, ji bo vî gelî tenê gotinek min heye. Ya wê DAIŞ xwe di ser laşê min re bavêjin, an jî wê nikaribin min derbas bikin û têkevin Kobanê. Em ê Kobanê ji bo DAIŞ'ê re bikin dojeh." 

Heval Zozan, Heval Êrîş careke din heman soz dan. Bedena xwe bi bombeyan pêçan û taqandin. Hevalê Cudî û Kendal bi lehengî dîrok nivîsandin. Dîsa hevalê Dilgeş weke Îskenderê sedsala 21'an bû. Di wî temenê xwe yê ciwan de diçû ku derê ew ruhê wî yê can fîda heye. Heval Gulan Batman di 4 rojan de di 3 pevçûnan de birîndar bû lê belê çepera xwe berneda û birînên xwe tedawî nekir. Ev têkoşîn û berxwedan di kijan dîroka welatan de hatiye jiyîn.

Hevala Mîhran jî bi heman awayê tevgerînê çepera xwe berneda. Yên ji çavek xwe gule xwarî 'Bi çavê xwe yê din heya çeteyek DAIŞ'ê didît di çepera xwe de gavek jî paşde neavêt.' Gelek hevalên me ji destê xwe birîndar bûn weke ku tiştek nebû bû li eniyan şer dikirin. Gotinên Emîn Erkendi jî bi xwe dîrok bûn; Bila cihan tevde bibihîse! Lûleya çeka kijan şervanî heliya ye.' Em ewqas bi dijwarî ketin pevçûnê lûleya çekê helya bû. Eger ku îro Kobanê rizgarbûye tev di saya serê van têkoşeran de rizgar bûye. Gotin ji li hemberî van lehengiyê bê wate dibe.

'TILÎLÎ Û QÎRÎNA LI SER SÎNOR JI GUHÊ ME KÊM NEDIBÛ'

Berxwedana li ser sînor bi mehan dewam kir di vî şerî de bandora wê çi bû?

Em deyndarê ciwanên ku ji bakurê Kurdistanê bi hewara me hatine ne. Berxwedana bakur a di kon de destpê kir, hat xuyakirin ku em ne bi tenê ne. Gelê me yê li ser sînor bi mehan nobet girt. Şahîdiya berxwedana dîrokî kirin. Çav û guhê wan li Kobanê bûn. Wextê me yê em TV, Radyo bişopînin tİne bû. Tilîlî û qîrînên li ser sînor qet ji guhê me kêm nebûn.

Di destpêkê de berxwedana şehîdên me û ya gelê bakurê Kurdistanê dîroka ji nûve dihat dûbarekirin xera kir. Ev qas serhildanên kurdan pêkhatin lê di cihekê de asê ma. Şehîdên serhildana Kobanê şervanan û ruhê hersê parçên Kurdistanê derxist holê. Ciwanên têkoşer yên di ser hewara Kobanê de hatin gotin evder Mêrîvane, Şaho, Çarçira, Amed, Botan û Serhede gihiştin şahadetê. Ji ber ku Kobanê bûye dilê Kurdistanê. Hemû kesê Kobanê weke Kurdistanê hesibandin û Kobanê neket. Kobanê li ser piyan ma. Li vê derê ne tenê kurd jî tirk, erep, ewropayî û her derê cihanê gelek welatan cihê xwe di berxwedanê de girt.