Serokê DTSO Sayar: Divê hikûmet gavên aborî biavêje
Serokê DTSO Ahmet Sayar got, "Ji bo aştiyeke mayînde û kêrhatî, mîna gelek aliyan divê di qada aboriyê ya pirsgirêkê de jî gav werin avêtin."
Serokê DTSO Ahmet Sayar got, "Ji bo aştiyeke mayînde û kêrhatî, mîna gelek aliyan divê di qada aboriyê ya pirsgirêkê de jî gav werin avêtin."
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Ahmet Sayar nameya dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê nirxand û got, "Di nameya Ocalan a li Newrozê hat xwendin de hat destnîşankirin ku pêwîste jin û ciwan bi awayekî aktîf di qada aboriyê de cih bigirin. Ev yek nîşan dide ku di pêvajoya ji niha û pê ve de, wê hîmê aboriyê jî hebe. Ji bo aştiyeke mayînde û kêrhatî, mîna gelek aliyan divê di qada aboriyê ya pirsgirêkê de jî gav werin avêtin."
Serokê DTSO Ahmet Sayar nameya dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê nirxand û diyar kir ku bi pêvajoya aştiyê re divê li herêmê razemenî were kirin û hikûmet di vê pêvajoyê de gavên ji aliyê aboriyê ve di demeke kurt de biavêje.
Sayar da xuyakirin ku di nuqteya heyî ya pêvajoya çareseriyê de, tevî gavên polîtîk aliyên sosyo-ekonomîk jî tê bilêvkirin û anî ziman ku li herêmê bi taybetî di nava 40 salên dawî de êşên giran hatine kişandin û windahiyên mezin ên madî rû dane.
Sayar da zanîn ku ji ber şer birînên cidî yên aboriyê li herêmê xwe dane der û got, "Di mutebeqatê de aliyê sosyo-ekonomîk hat destnîşankirin. Di nameya Ocalan a li Newrozê hat xwendin de hat diyarkirin ku pêwîste jin û ciwan bi awayekî aktîf di qada aboriyê de cih bigirin. Ev yek nîşan dide ku di pêvajoya ji niha û pê ve de, wê hîmê aboriyê jî hebe. Ji bo aştiyeke mayînde û kêrhatî, mîna gelek aliyan divê di qada aboriyê ya pirsgirêkê de jî gav werin avêtin. Ji bo aştiyeke mayînde û kêrhatî, mîna gelek aliyan divê di qada aboriyê ya pirsgirêkê de jî gav werin avêtin."