Ciwanên Azad 2. Kongreya xwe di 28’ê Adarê de pêk tîne

Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, di 28’ê Adarê de li bajarê Koln a Elmanyayê di 2. Kongreya Ciwanên Azad de tên cem hev.

Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, di 28’ê Adarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê  di 2. Kongreya Ciwanên Azad de tên cem hev. Di kongreya ku bi şîara ‘Kapîtalîzmê Nejî û Nede Jiyîn!’ pêk tê de, tê hedefkirin ku  rêxistinbûn bê mezinkirin û ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn di bin sîwaneyekê de kom bikin.

Komîteya Amadekar a Kongreyê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Tevgera Ciwanên Azad a Demokratîk, tevgera ciwanan a li dijî modernîteya kapîtalîst bi awayekî aktîf têdikoşe.”  Hat diyarkirin ku di tevahiya dîrokê de desthilatdaran ji bo saltanata xwe mezin bikin serî li hêza herî girîng û bi bandor, yanî ciwanan dide û wiha hat berdewamkirin: “Îro jî pergala kapîtalîst dixwaze ji bo hebûna xwe bidomîne, ciwanan bigire bin bandora xwe. Peywira me ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijî ev e ku, em ji çetebûn, fihûş, tiryak a ku pergalê ferz kiriye xwe dûr bigirin û jiyana hatiye ferzkirin red bikin û li dijî vê têkoşînê bimeşînin. Ji bo vê jî Ciwanên Azad li tevayî Ewropayê rêxistinbûnê esas digirin. Em dikarin ji vê re bêjin Konfederalîzma Ciwanên Azad a Demokratîk a Ewropayê. Di heman demê de li dijî vê pergala ku mirovan ji nirxên civakî dûr dixe, tevgera avakirina zîhniyeteke demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jinê ye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin li Rojavaya ku pêngava avakirina jiyaneke azad û neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş xistiye, têkoşîna azadî û mirovahiyê tê dayîn û wiha hate gotin: “ Hêzên li dijî avakirina pergalê disekinin, mirov û mirovahiyê qetil dikin.  Yekane hêza li dijî van komkujiyên hêzên sekinîne ciwan û jinên ciwan in. Arîn Mîrxan bûye fedayiya jiyana azad. Berpirsyariya me ciwanên Kurd jî ev e ku jiyana azad li ser hîmên rast a Arînan li ser felsefeya Rêbertiyê derxistiye holê, ava bikin.  Ji bo vê divê em di nava seknek li gorî ruhê demê bin. Divê her ciwanên Kurd bi ruhê Arînan bijîn.”

Komîteya Amadekar di dawiya daxuyaniyê de got ku ew li bendê ne ku ji gelek bajarên Ewropa ciwanê Kurd beşdarî kongreyê bibin û wiha dawî li daxuyaniyê anîn: “Me hemû xebatên xwe meşand û amadekariyên me temam bûne. Di bernameya me de peyama ku Rêber Apo ji bo Ciwanên Azad şandiye, peyama Hevserokatiya KCK’ê şandiye wê bê xwendin, Parlamentera Êlihê Ayla Akat Ata û hevserokên KCD-E wê di bernameyê de cih bigirin. Rewşa rêxistinî wê bê nirxandin, rapora salekê wê bê xwendin, pêşnûmebiryar, meclîsa ji 51 kesî pêk tê bê hilbijartin û bername wê bi axaftina girtinê û şahiyê bi dawî be.

Kongre wê li navnîşana Ezgi Center Stolberg str. 317 5093 pêk bê.