Berxwedan ji nû ve derket

Kovara Berxwedan a weşana Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistan (ERNK)’ê, bi tevayî hejmarên xwe bi rêya înternetê tê weşandin…

Kovara Berxwedan a weşana Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistan (ERNK)’ê bi tevayî hejmarên xwe bi rêya înternetê tê weşandin…

Dîroka pêngava 15’ê Tebaxa 1984, ne tenê li Kurdistanê li Rojhilata Navîn jî pêngaveke nû dida destpêkirin. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re kevneşopiyên bicihbûyî û pîvan dihatin armanckirin. Çalakiyeke nû ya fikreke nû pêk dihat. PKK’ê bi vê pêngavê re dest bi pêşxistina têkoşîna azadiyê ya bênavber dikir. Di demeke ku dihat gotin her tişt qediyaye, li çiyayan li bajarên Kurdistanê li gundên Botanê şerê azadiyê destpê dikir.

Ev pêvajoyeke bi zehmet bû. lê Tevgera Azadiyê ev derketina dîrokî û mezin pêk anîbû. Vaye berxwedan ligel ku demboriya wê jî heye, bi esasî piştî destpêka sala 1985’an di pêvajoyeke evqasî heyatî de dest bi weşanê kir. Hê wê demê rola xwe diyar kir… bi kovara Serxwebûn re bû dengê têkoşîna azadiyê.

Berxwedan di Hezîrana sala 1995’an de mîrasa xwe dewrî rojnameyên rojane, ajans û televîzyonan kir. Berxwedan di xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şopa Hakî Karer, Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û Mahsûm Korkmaz de meşiya.

Berxwedan a heta niha xwedî zanîn û tecrûbeyeke mezin e, arşîva xwe ji gel re vedike. Êdî hûn têkildarî dîrok û şoreşa Kurdistanê çi bixwazin di sîteya înternetê ya Serxwebûn.org de hûn dikarin bibînin.