Şervana YPJ'ê Dogan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Leyla Dogan (Leyla Nisêbîn) a ku di operasyonên azadkirina gundên Kobanê de di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de ji jiyana xwe ji dest da li Nisêbînê hate definkirin.

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Leyla Dogan (Leyla Nisêbîn) a ku di operasyonên azadkirina gundên Kobanê de di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de ji jiyana xwe ji dest da li Nisêbînê hate definkirin.

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Leyla Dogan (Leyla Nisêbîn) a 3'yê Adarê di operasyona azadkirina gundê Çelebî yê li rojavayê Kobanê de di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da piştî anîn Pirsûsê anîn Nisêbînê. Cenazeyê Dogan di ketina Nisêbînê de ji aliyê girseya Parlamentera HDP'ê Gulser Yildirim jî di nav de bi ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin û birin mala lê hatî dinê. Cenazeyê Dogan ji aliyê xizmên wê ve bi lorîkan hate pêşwazîkirin û birin odeya wê.

Piştre Cenazeyê Dogan birin Goristana Navçeyê û li beşa gorên gerîlayên HPG û PKK'iyan lê hate definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn Nûnerê MEYA-DER'ê yê Mêrdînê A. Latîf Tabar axivî û wiha got: "Şehîdên me îro ji bo azadiya hemû gelan şer dikin. Di vî şerî de ti kes êdî nikare vîna gelê Kurd bişkîne." Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan jî diyar kir ku heya Kurdistan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad dibe wê têkoşîna xwe bidomînin.

Bavê Şervana YPJ'ê Dogan Huseyîn Dogan jî wiha got: "Em bi Leylayên xwe serbilind in. Em ê heya dawî şopdarên doza Leyla û rêhevalên wê bin."

Girse bi dirûşma, "Şehîd namirin" ji goristanê derket.