Zelalkirina helwestan - Cemîl Bayik
Guftûgoyên di nava AKP'ê de careke din radixe ber çavan ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê wê bi hevkariya di çerçoveyeke berfireh a hêzên demokrasiyê de karibe pêk were.
Guftûgoyên di nava AKP'ê de careke din radixe ber çavan ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê wê bi hevkariya di çerçoveyeke berfireh a hêzên demokrasiyê de karibe pêk were.
Guftûgoyên di nava AKP'ê de careke din radixe ber çavan ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê wê bi hevkariya di çerçoveyeke berfireh a hêzên demokrasiyê de karibe pêk were. Hevdîtinên bi hikûmetê re demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd aniye rojevê. Bingehê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokartîkbûnê bi hêz kiriye. Lê belê hikûmet nikare li ser zemînê hatiye amade kirin îradeya demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd nîşan bide. Ev rastî nîşan dide ku divê ev rewş ji aliyê hêzên demokrasiyê ve were nirxandin. Rêberê Gelê Kurd jî di esas de ji bo hezên demokrasiyê pirsgirêkê çareser bikin di nava hewldanan de ye.
Sedema ku HDP'ê di vê demê de heyecaneke mezin afirandiye, ew e ku li Tirkiyeyê hêzeke din a demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd tine ye. Her çiqas AKP qala pêvajoya çareseriyê dike jî gotin û pratîka wê nîşan dide ku ew ne xwedî karakterê çareseriyê ye. Ji ber vê yekê jî divê herî zêde hêzên demokrasiyê xwedî li hewldanên Rêberê Gelê Kurd derkevin. Rêber Apo di serî de hêzên çepgir ji bo hemû hêzên demokrasiyê derfeteke dîrokî amade kiriye. Şert û mercên afirandina Tirkiyeya demokratîk a hedefa yekemîn a Denîz, Mahîr û Îbrahîman bû pêk hatine. Divê hêzên demokrasiyê ji vê atmosfera ku AKP û CHP têra xwe teşhîr bûne sûdê werbigirin, bi pêşengiya têkoşîna demokrasiyê jî bibin hêza ku paşeroja Tirkiyeyê diyar dike.
Rewş û şerê di hundirê AKP'ê de tê jiyîn, karakterê CHP'ê yê na guhere ji bo hêzên demokratîk û hemû hêzên demokrasiyê berpirsiyariyên dîrokî ferz dike. Civaka Tirkiyeyê demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd dixwaze. Tevgera Azadiyê û Rêber Apo bingehê vê yekê ava kiriye. Di vê rewşê de divê li daxwaziya civakê û zemînê hatiye afirandin xwedî were derketin. Beyî li mijarên mîna AKP wê gavan biavêje an na divê xwe bigihînin asta hêza bingehîn a demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd. Eger AKP qala demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd dike, van argumanan ji bo li ser desilatdariyê bimîne bikar tîne, divê hêzên demokrasiyê vê yekê di pratîkê de pêk bînin. Hilbijartinên Hezîranê derfeteke dîrokî ne. Eger hêzên demokrasiyê vê derfetê rast bigirin dest û binirxînin wê demê wê çarenûsa Tirkiyeyê were guhertin. Yek ji çalakiyên herî şoreşger ê dîroka Tirkiyeyê wê bibe wergerandina yekîtî û hevkariya hêzên demokrasiyê ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê. Eger şoreş pirsgirêka hevkariyan be, şoreşa demokratîk û demokrasî deh qatan bêhtir pirsgirêka îtîfaqan e. Gelo eger îtîfaq wê di van rojan de pêk neyê wê kengî pêk were?
Eger Kurd ji bo tevahiya Kurdistanê kongreye neteweyî lidar bixin; bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê re hevkariyê bikin wê ne tenê xwe rizgar bikin wê hemû Rojhilata Navîn demokratîk bikin û azad bikin. Ji xwe projeya Rêber Apo ya mala hevbeş a Rojhilata Navîn ya girêdayî neteweya demokratîk hemû gelan dixe nava heyecanê. Eger Kurd kongreya neteweyî pêk bînin DAIŞ wê di rojekê de ji dora Kurdistanê bireve. Rojekê jî li nêzî Kurdistanê namîne. Eger li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê îtîfaqekê pêk bînin di demeke kurt de hemû hêzên faşîst û paşverû wê têk biçin û hemû astengiyên li pêşiya demokratîkbûnê ji holê rabibin. Ji ber ku li Tirkiyeyê bingehê siyasî û civakî yê demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd pêk hatiye. Li Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûnê tenê hêzên pêşeng lawaz û kêm in. Tevgera Azadiya Kurd bi israr dixwaze hemû hêzên demokrasiyê li hev bicivîne. Bawer dike ku eger ev yek pêk hat daneheva demokratîk a Tirkiyeyê wê karibe hemû pirsgirêkan çereser bike.
Hêzeke bingehîn a dînamîka demokratîkbûnê li Tirkiyeyê Elewî ne. CHP heta niha dengê bi milyonan Elewî mîna kewê di tûr de didît, tenê mîna kana dangan li Elewiyan mêze dikir. Elewî niha îtîfaqê bi Kurdan re dikin. Meyldariya ku di hilbijartinan de HDP'ê destek bikin nîşan dan. Di rewşa ku dînamîzma Elewî bi dînamîzma Kurd re di nava hevkariyê de tevbigere de li Tirkiyeyê wê gelek tişt biguherin. Elewî wê hemû pirsgirêkên xwe di rewşa pêkhatina vê îtîfaqê de çareser bikin. Ji ber vê yekê jî ne tenê çend sazî, divê hemû saziyên elewiyan helwesta xwe zelal bikin. Ji ber ku HDP partiya hemû cudabûnên etnîkî û baweriyê ye; partiya elewiyan e jî.
Li Tirkiyeyê kî diwxaze ji AKP, kî dixwaze ji CHP'ê rizgar bibe divê destekê bide HDP'ê. Dema HDP bi ser bikeve an wê AKP û CHP neçarî guhertinê bibin an jî bi tevahî bêbandor bimînin. Pozîsyona AKP û CHP'ê ya xapandina hêzên demokrasiyê bi vê hilbijartinê re bi dawî dibe.
Di vê pêvajoyê de kîjan hêz a çep û demokrasiyê ku HDP'ê destek neke wê di bin webal û tohmetê de bimîne. Ti hincet dûrmaniyan hêzên çep û demokrasiyê ya ji HDP'ê rewa nake. Di asta heyî de bêalîbûn nabe. An bi gotina em xwedî helwesteke cuda ne bêalîbûn û helwesta notr (pasîf-bêçalak) nikare rewa bê nîşandan. Em di pêvajoyeke dîrokî û gelekî dijwar re derbas dibin. Ev jî ferz dike ku helwesteke zelal were nîşandan.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka, Azadiya Welat