KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Newroz li Soçî hat pîrozkirin
Newroz li bajarê Soçî yê Rûsyayê hat pîrozkirin. -
‘Di PKK'ê de rêveberên rastî yên jiyanê şehîdên me ne’
Komîteya Rêveber a PKK’ê, di şexsê endama Meclîsa PKK’ê û endama Meclîsa HPG’ê Nazan Bayram, endamê Meclîsa PKK’ê û endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Abdurrahman Naîloglu de kesên di meha Nîsanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. -
Li Zapê tevgera keşfî
Li herêma Zapê, pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk di nava tevgera keşfê de bûn. -
Ji artêşa Îranê êrîşa bi obus û hawanan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku artêşa Îranê Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kiriye. -
YPG: Li Kobanê 8 çete hatin kuştin
Di roja 197. a berxwedana Kobanê de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li eniyên başûr û başûrrojhilat hatin şikandin. YPG'ê da xuyakirin ku di pevçûnên duh de herî kêm 8 çete hatine kuştin. -
Dûran Kalkan: Tayyîp Erdogan jehr da pêvajoyê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Eger jehrîbûnek hebe, hingî gotinên Tayyîp Erdogan pêvajo jehrî kiriye. Ji jehrdariyê wêdetir pêvajo cemidand." -
Meşa 'Ji Rêbertiyê re Azadî' destpê kir
Baskê yekemîn ê meşa "Ji Rêbertiyê re Azadî" ya ji bo pîrozkirina 66. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Rihayê destpê kir. -
Azadkirina Şiyoxê û reva çeteyan a bi alîkariya bendava Tirkiyeyê
Hêzên YPG/YPJ'ê yên piştî azadkirina navenda Kobanê dest bi pêngava paqijkirina derdora kantonê kirin, derket holê ku bajarokê Şiyox ê li eniya rojava bêyî teqandina fîşekekê azad kirine. -
Newroz li Bukreş û Rheine hat pîrozkirin
Li paytexta Romanya Bukreşê û li bajarê Elmanya Rheineyê Newroz hat pîrozkirin. -
Nobeda ji Ocalan re azadî ji aliyê endamên FEDA ve tê meşandin
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê destpê kir, roja 1000. li dû xwe hişt. Çalakî vê hefteyê ji aliyê endamên Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ve tê meşandin. -
Ji bo meşa Amara em li benda beşdariya sed hezaran e
Amadekariyên ji bo meşa Amara dewam dikin. Ji bo pîrozbahiyên ku wê di 3'ê Nîsanê de destpê bikin, komîsyonên tenduristî, ewlekarî, ragihandin û bicihkirinê xebatên xwe bê navber dewam dikin. -
Li Sêrtê lehî rabû
Li Sêrtê barana zêde bû sedema lehiyê, 37 xanî û dikan di bin avê man. -
Li Ooserê etîketên bi Kurdî
Li navçeya Qoser a Mêrdînê, Şaxa Kurdî-Der etîketên bi Kurdî yên navên fêkî û sebzeyan li ser li esnafan belav kir. -
Komkujiyên Kizildere û Amedê li Dêrsimê hatin şermezarkirin
Rêxistina DBP û HDP’a Dêrsimê ji ber salvegera Komkujiya Kizildere ya sala 1972'yan pêk hat û qetilkirina 14 welatiyên 28'ê Adara 2006'an de li Amedê hatin qetilkirin bi daxuyaniyekê şermezar kirin. -
Endamên meclîsên şaredariyan ên Kantona Cizîrê sond xwarin
Endamên meclîsên şaredariyan ên bajarên Cizîrê ku di hilbijartinên 13’ê Adarê de hatibûn diyarkirin, bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî sond xwarin. -
Şervanê YPG’ê Çetîn ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Dogan Çetîn ê ku li Rabîayê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan li Nisêbînê hate definkirin. -
Daxwaz hat kirin ku doza Kobanê li bajarekî din pêk bê
Di doza têkildarî protestoyên êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê de, 25 jê girtî ku 34 kes tên darizandin, bi sedema ewlekariyê ji bo doz li bajarekî din pêk bê dadgehê serî li Wezareta Edaletê da -
Lice li edaletê digere
Endamên Platforma Lice li Edaletê Digere, ji bo doza têkildarî Lice ya 1’ê Nîsanê wê li Îzmîrê pêk bê banga piştgirî û hestyariyê kirin. -
Nameya Ocalan radestî Talabanî hat kirin
Heyeta ji Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, parlamentera Amedê Leyla Zana û Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç, nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî lîderê YNK'ê Celal Talabanî kir. -
Ji bo astengkirina bazirganiya li ser sînor kemînên leşkerên Tirk
Artêşa Tirk, ji bo pêşî li gelê bazirganiya li ser sînor dike bigire, kemînan datîne. -
Ji artêşa Tirk êrîşa bi obus û hawanan
Artêşa Tirk bi hawan û obusan êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. -
Li Şengalê çalakiya sûîqestê
Li Şengalê di encama çalakiyeke sûîqestê de çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin. -
YPG: Li Til Temir û Kobanê 5 çete hatin kuştin
Di pevçûnên duh bi şev ên li gundê Ehraz ê Til Temir û li başûrê Kobanê de herî kêm 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
NCDK ên Nurnberg û Den Haagê kongreyên xwe pêk anîn
Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) ên Nurnberg û Den Haagê kongreyên xwe pêk anîn. -
Newroz li Îtalyayê hat pîrozkirin
Li bajarên cuda yên Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin. Parlamenterê HDP'ê Kaplan di pîrozbahiya li Mîlano de destnîşan kir ku pirsgirêka HDP'ê ya bendê nîne.