Azadkirina Şiyoxê û reva çeteyan a bi alîkariya bendava Tirkiyeyê

Hêzên YPG/YPJ'ê yên piştî azadkirina navenda Kobanê dest bi pêngava paqijkirina derdora kantonê kirin, derket holê ku bajarokê Şiyox ê li eniya rojava bêyî teqandina fîşekekê azad kirine.

Hêzên YPG/YPJ'ê yên piştî azadkirina navenda Kobanê dest bi pêngava paqijkirina derdora kantonê kirin, derket holê ku bajarokê Şiyox ê li eniya rojava bêyî teqandina fîşekekê azad kirine.

Li dû azadkirina navenda bajarê Kobanê ya di encama berxwedana bi heman de, yek ji eniyên ku Operasyona Paqijkirinê lê tê meşandin, eniya rojava ye. Di çarçoveya pêngava paqijkirinê ya ji gundê Milazê destpê kir de, piştî pevçûnên dijwar ên li girê li ser gund ku di encamê de çeteyan windahiyên giran dan, şervaên YPG/YPJ û hêzên Bûrkan El Firat, ber bi qiraxa Çemê Firatê ve bi pêş ve çûn. Cebilxaneya ku çeteyan dema reviyan li dû xwe hiştin, ket destê şervanên YPG/YPJ'ê.

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê xwe li bajarokê Şiyox û gundên derdora wê yên li rojhilatê Çemê Firatê yê li rojavayê Cerablûsê girtin, şervanên YPG/YPJ'ê li şûna yekser êrîşkirina Şiyoxê, hewl dan Pira Cerablûsê ya li ser çem kontrol bikin ku bi vî rengî pêşî li reva çeteyan bigirin. Di pevçûnên li gundên Zor Mixarê, Ziyaret û Nasiriye de, bi taybetî jî li gundê Nasiriye, yekîneyên bijarte yên Çeçen û Afgan hatin îmhakirin. Bi serketina li vê derê bi dest ketî re, ji bo pêşî li çeteyên Şiyoxê were girtin ku nikaribin birevin Cerablûsê, Pira Cerablûsê bi çekên giran hat girtin.

Şervanên YPG/YPJ'ê ku dor li Şiyoxê girtibûn û xwe amade dikirin derbeke giran li çeteyan bixin, li rewşeke ne li bendê bûn rast hatin. Ev rewşa ne li bendê bûn ew bû, ku devê Bendava Karkamiş a li ser Çemê Firatê ye, ji aliyê Tirkiyeyê ve hat girtin. Piştî girtina bendavê, ava çem kêm bû û endamên çeteya DAIŞ'ê bi çekên xwe re di çemê ku av lê kêm bû re derbasî aliyê din ê çem bûn û reviyan Cerablûsê.

Piştî ku çete reviyan, bajarokê Şiyoxê di 6'ê Adarê de bêyî fîşekek bê teqandin bi xwe azad bû.

Rewşa herî balkêş jî piştî azadbûna bajarok rû da. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê li aliyê din ê çem pira li se çem bi mayînan teqandin, devê bendavê ji nû ve hat vekirin û bi vî rengî pêşî li şervanên YPG/YPJ'ê hat girtin ku derbasî aliyê din ê çem bibin.

Ji fermandarên YPG'ê Şivan Faraşîn ê pêngava li eniya rojava birêve dibe anî ziman, ku dema wan berê xwe dan Cerablûsê ji nişka ve pir hatiye teqandin û bi vê yekê re devê bendavê hatiye vekirin. Faraşîn destnîşan kir ku ev yek nepêkane ku rasthatin be.

Fermandar Faraşîn da xuyakirin ku hilweşandina pirê nayê wê wateyê ku ew ê nikaribin derbasî aliyê din ê çem bibin û diyar kir ku heta Cerablûs ji çeteyan bê paqijkirin ew ê nesekinin. Faraşîn got, "Me ji hemû cîhanê re îspat kirin em ê gelan ji vê belaya DAIŞ'ê rizgar bikin. Em garantiya jiyana hemû gelên li Cerablûsê ne. Ya berevajî vê yekê, bi felsefeya me re nakok e. Ji ber vê yekê kî dibe bila bibe, ji kîjan nîjad û mezhebê dibe bila bibe weke YPG/YPJ em ji pêşeroja wan berpirsyar in."

Fermandarê YPG'ê Faraşîn da xuyakirin ku ew amade ne ji bo vegera gelan li cih û warên xwe bi her awayî bedelan bidin û destnîşan kir ku dayîna bedelan ji bo vî gelê qedîm ê vê xakê, ji bo wan cihê serbilindiyê ye. Faraşîn got, "Niha li Kobanê û gundên Kobanê dengê zarokan ji nû ve bilind dibe û gava şervanên YPG/YPJ'ê di van gundan re derbas dibin, zarokên hînê nizanin bipeyivin derdikevin pêşiya wan û bi nîşaneya serketinê wan pêşwazî dikin. Ev bi tena serê xwe qezenceke gelekî mezin e. Lji ber vê yekê em dixwazin were zanîn ku em ê pêngava hildana tola şehîdên Rojava û bi taybetî jî şehîdên Kobanê bilind bikin."