Lice li edaletê digere

Endamên Platforma Lice li Edaletê Digere, ji bo doza têkildarî Lice ya 1’ê Nîsanê wê li Îzmîrê pêk bê banga piştgirî û hestyariyê kirin.

Endamên Platforma Lice li Edaletê Digere, ji bo doza têkildarî Lice ya 1’ê Nîsanê wê li Îzmîrê pêk bê banga piştgirî û hestyariyê kirin. Berdevkê Platformê Şiyar Kaymaz, destnîşan kir ku di doza Lice de ji 30 hezarî zêdetir mexdûr hene û xwest heqîqet derkevin holê.

Doza Lice ya 22’ê Cotmeha 1993’yan li navçeya Lice ya Amedê di nav Tuggeneral Bahtiyar Aydin jî ku hebû 16 kesan jiyana xwe ji dest da, wê 1’ê Nîsanê li Îzmîrê pêk bê. Endamên Platforma Lice li Edaleta xwe digere daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Berdevkê Platformê Şiyar Kaymaz bûyerên berî niha bi 21 salan li Lice pêk hatin bibîr xist û got, “Heta niha ji failên ku berî niha bi 21 salan navçeya xwedî 30 hezar nifûs û gundên wê, mîna tine bikin şewitandin û hilweşandin ne kesî hesab pirsî ne jî pergaleke hiqûq û edaletê ya wan darizîne derket pêşiya me… Di pêvajoya heta vê saetê ya dozê de ji 30 hezarî zêdetir mexdûr hene.”

BILA HEQÎQET DERKEVIN HOLÊ

Aymaz wiha dewam kir: “Ji bo li vî welatî gel di nav aştiyê de bijîn û hesta aîdiyetê pêk bê doza komkujiya Lice firsendeke” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê di serî de ji bo M.Emîn Ozkan ê 18 sal in di bin esaretê de ye bigihêje azadiya xwe û heqîqetên bûyerên Lice derkevin holê, em ji bo piştevaniya bi mexdûran û têkildarî dozê raya giştî ava bibe, we dawetî doza ku 1’ê Nîsanê wê 1. Dadgeha Cezayê Giran a  Îzmîrê pêk bê dikin.”