Li Ooserê etîketên bi Kurdî

Li navçeya Qoser a Mêrdînê, Şaxa Kurdî-Der etîketên bi Kurdî yên navên fêkî û sebzeyan li ser li esnafan belav kir.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê, Şaxa Kurdî-Der etîketên bi Kurdî yên navên fêkî û sebzeyan li ser li esnafan belav kir.

Ji bo reyonên fêkî û sebzeyan ên li ber Parka  Îbrahim Ozmen, ji aliyê Kurdî-Der ve etîketên bi Kurdî ên fiyetan hatin belavkirin. Girseya li ber Şaxa Kurdî-Der kom bû û di nav wan de Hevşaredarê Qoserê Îsmail Asi, Leyla Salman, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê Lokman Yaşar, Hevseroka Rêxistina DBP ya Navçeyê Nadya Kaya, Serokê Şaxa Egîtîm-Sen Hamît Gungur, Serokê Şaxa Kurdî-Der Îbrahîm Xelîl Efe jî ku hebû, bi esnafên bazarê re hatin gel hev û etîketên fiyetan ên navê fêkî û sebzeyan li ser belav kirin.

Beriya belavkirina etîketên bi Kurdî, Serokê Şaxa Kurdî-Der Îbrahîm Xelîl Efe got, “Em dixwazin ji niha û pê ve tevayî esnafên me bi zimanê xwe yê dayikê kirîn û firotinê bikin, etîketên ku navên fêkî û sebzeyan bi Kurdî li ser bi kar bînin.” Efe her wiha bang li gel jî kir ku bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û xwedî li zimanê derkevin.

Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asi jî got: “Bi hezarê salan e ya jiyan da Kurdan zimanê me yê dayikê ye” û diyar kir wê gelê Kurd timî xwedî li ziman û çanda xwe derkeve.