Daxwaz hat kirin ku doza Kobanê li bajarekî din pêk bê

Di doza têkildarî protestoyên êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê de, 25 jê girtî ku 34 kes tên darizandin, bi sedema ewlekariyê ji bo doz li bajarekî din pêk bê dadgehê serî li Wezareta Edaletê da

Di doza têkildarî protestoyên êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê de 25 jê girtî ku 34 kes tên darizandin, bi sedema ewlekariyê ji bo doz li bajarekî din pêk bê, dadgehê serî li Wezareta Edaletê da

Li gor agahiyên hatin wergirtin, der barê lêpirsîna bûyerên sala buhrî yên 6-8’ê Cotmehê ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dan şûn ve hat destpêkirin, 25 kes hatibûn girtin û bi giştî der barê 34 kesan de cezayê muebetê yê girankirî tê xwestin, doz hatibû vekirin. 5. Dadgeha Cezaya Giran bi sedema ewlekariyê ji bo doz li bajarekî din dewam bike ji Wezareta Edaletê re nivîs şand. Li ser bersiva wezareta tê payîn doz li bajarekî din pêk bê.