Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê destpê kir, roja 1000. li dû xwe hişt. Çalakî vê hefteyê ji aliyê endamên Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ve tê meşandin.
Çalakiya nobeda ji Ocalan re azadî, ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropayê destpê kir, ji roja Şemiyê û pê ve roja xwe ya 1000. temam kir. Çalakiya nobedê ku hefteyê heft rojan bê navber tê girtin, vê hefteyê ji aliyê komek ji endamên Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ve dewir hat girtin.
Endamên FEDA'yê yên roja Yekşemê nobed dewir girtin ji ANF'ê re axivîn. Mehmet Surmelî da xuyakirin ku weke saziyê cara duyemîn in ew beşdarî çalakiyê dibin.
'EGER ÎRO CIVATA ELEWÎ HÎN BÊHTIR TÊ DÎTIN...'
Surmelî der barê tevlîbûna xwe ya li çalakiyê de got, "Têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, bi qasî ji bo Kurdan ji bo dîtin û xwe îfadekirina baweriya Elewiyan hatiye meşandin. Eger îro civata Elewî hîn bêhtir tê dîtin, di vê de rola vê têkoşînê heye. Lewma, ev çalakiya nobedê ji bo azadiya Birêz Ocalan, ji bo me navgîneke bicihanîna erk û wezîfeya me ye."
Surmelî da xuyakirin ku divê Elewî girîngiyeke mezin bidin beşdariya li vê çalakiyê û tevkariyê li azadiya Ocalan bikin.
BANGA YEKBÛNA DI BIN BANÊ HDP'Ê DE
Ji çalakvanan Selda Torûnoglû Işik jî diyar kir ku Ocalan têkoşîna hemû bindestan temsîl dike û got, "Têkoşîna ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin, ne tenê têkoşîna Kurdan, di roja îro de veguheriye têkoşîna Tirk, Kurd, Elewî, çerkez, Laz û Ermeniyan."
Endama FEDA ragihand ku divê di hilbijartinên 7'ê Hezîrane de HDP were destekkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di serî de Elewiyên Sersor-Kurd û Elewiyên din, pêwîste di bin banê HDP'ê yê ku bingeha 'em hene' ava kiriye, bicivin."
146 HEFTE LI DÛ XWE HIŞT
Nobeda ji Ocalan re azadî di 25'ê Hezîrana 2012'an de hat destpêkirin û ji wê rojê û vir ve bê navber dewam kir. Heta roja îro di nava 146 koman de zêdeyî 700 kes beşdarî çalakiya nobedê bûn.