Li Sêrtê lehî rabû
Li Sêrtê barana zêde bû sedema lehiyê, 37 xanî û dikan di bin avê man.
Li Sêrtê barana zêde bû sedema lehiyê, 37 xanî û dikan di bin avê man.
Li Sêrtê barana zêde bu sedema lehiyê, 37 xanî û dikan di bin avê man.
Ji ber barana duh bi şev destpê kir û îro jî dewam kir, li navenda bajerê Sêrtê li taxên Bahçelevler, Baiş û Yenî Mahalle 37 xanî û dikan di bin avê de man. Ekîbên girêdayî Midûriyeta Îtfaiyeyê ya Şaredariya Sêrtê, dest bi tehliyeya avê kirin. Hin welatiyan bi derfetên xwe hewl dan alavên xwe ji avê rizgarkirin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Îtfaiyeyê, ji 27 xanî û dikanan av hat tehliyekirin, xebat bê navber didomin.