Newroz li Bukreş û Rheine hat pîrozkirin

Li paytexta Romanya Bukreşê û li bajarê Elmanya Rheineyê Newroz hat pîrozkirin.

Li paytexta Romanya Bukreşê û li bajarê Elmanya Rheineyê Newroz hat pîrozkirin.

BUKREŞ

Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ewropayê dewam dikin. Di pîrozbahiya Newrozê ya li paytexta Romanya Bukreşê de bi qasî hezar kes amade bûn.

Şevê bi deqeyeke rêzgirtinê li ber sirûda Ey Reqîp destpê kir û dûre Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr axivî.

Ozdemîr ragihand ku berxwedana Mazlûm Dogan di Newrozê de da destpêkirin îro li Şengal û Kobanê dewam dike û got, "Divê bala gelê me li hilbijartinên 7'ê Hezîranê be. Pêwîste di hilweşandina benda hilbijartinê de gelê me yê li Romanya bi xebatên xwe yên ji bo HDP'ê re tevkariyê bike."

Di pîrozbahiyê de Denîz Deman û Xelîl Xemgîn jî derketin ser dikê.

RHEINE

Newroz li bajarê Elmanya Rheine jî hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku bi giranî girseya ji Rojavayê Kurdistanê lê amade bû, li salona Şaredariya Rheine pêk hat. Pîrozbahiya bi beşdariya 500 kesî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Dûre nûnerê Civaka Azad Tahîr Koçer axivî. Koçer diyar kir ku Newroza 2015'an ji yên beriya xwe cudatir e û got, "Em Newrozê, bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji bo aştî û azadiyê pîroz dikin. Rêber Apo azad nebe, em ê nikaribin Newrozê bi awayekî azad pîroz bikin."

Koçer di axaftina xwe de, der heqê xebatên ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê de agahî da. Pîrozbahiyê heta saetên dereng dewam kir.